Gel dizane çi dixwaze:Di heman avê de mirov nikarin du caran xwe bişo 2018-06-16 09:08:27   ÎZMÎR - Serpîl Kemalbay diyar kir ku êrîşên li hemberî Qendîlê, planên A,B,C yên Erdogan û gotinên çavtirsandinê wê di 24’ê Hezîranê de vala derkevin û wiha got: “Di heman avê de cara duyem mirov nikarin xwe bişon. Gel pêngavekê li pêş siyastmedaran e û tiştê ku dixwaze jî baş dizane.”   Namzeta HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay pêvajoya hilbijartinê û lîstikên desthilatdariyê yên hilbijartinê nirxand û diyar ki ku çi dibe bila bibe gel tiştê ku dike baş dizane.   ‘Di hilbijartina demokratîk de planên A,B, C nabe’   Serpîlê bi lêv kir ku hilbijartin tê wateya serîlêdana îradeya gel û ji bo vê jî divê hawirek adîlane bê afirandin û wiha pê de çû: “Serokomar dibêje ‘planên me yên A û B hene’. Ev jî nîşan dide ku ne hilbijartinek azad e. Di hilbijartinek demokratîk de planên A, B, C û D nabe.  Di hilbijartinek demokratîk de îradeya gel divê hebe. Her kes jî ji wê îradeya dertê re divê bêje temam.”   ‘Zextên Erdogan’   Serpîlê bi lêv kir ku namzetê HDP’ê yê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş ji ber faliyetên siyasî hatiye girtin û bi awayekî dijhiqûqî di girtîgehê de ye. Serpîlê balkişand ser zextan û got Erdoganê ku fêm kiriye wê bi ser nekeve zextên xwe zêde kiriye.   ‘Wê gel ewlehiyê bigire’   Selpîlê balkişand ser barkirina sindoqan jî û daxuyakrin ku sindoqan bibin ku bila bibin wê ew jî hilbijêran bibin wir û ji bo ewlehiya sindoqan peywirdarên sindoqan û muşahîd ava kirine.     Sepîlê wiha berdewam kir: “ AKP ji 7’ê Hezîranê û heta niha polîtîkayên şer dimeşîne. Piştî vê bi destên desthilatdariyê koas hat afirandin. Hevserok, hevşaredar, parlamenter û nêzî 6 hezar partiyî hatin girtin. Hewl dan HDP’ê tune bikin. Niha jî heman tiştî dikin û dixwazin gel dîsa biçe alî wan. Lê di encamê de di avekê de mirov nikarin du caran xwe bişon.”