Gulser Yildirim: Serkeftina HDP’ê wê serkeftina me ya jinan be 2018-06-15 09:10:20   MÊRDÎN - Parlamentera HDP’ê ya girtî Gulser Yildirim  diyar kir ku roj roja xebata ji bo pêşerojek azad û wekhev e û got: “Serkeftina HDP’ê wê serkeftina jinan be. Em ê bi ser kevin û taritiyê têk bibin. Em ê bi evîna heqîqet û xweşikahiyê jiyanek nû ava bikin.”   Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim pirsên JINNEWS’ê ji girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê bersivand.   *Tirkiye ji bo hilbijartinek dîrokî xwe amede dike. Hûn çawa dinirxînin?   Tirkiye dikeve hilbijartinek dîrokî. Bi vê hilbijartinê dê qedera 80 mîlyon kesî diyar bibe. Wê biryara welat bi pergalek çawa bê birêvekirin bê dayîn. Em dibînin ku welat dikeve tarîtiyek çawa. Li vî welatî tu desthilatdariyekê wek AKP’ê bi awayekî aşkera zilm li gel nekiriye û derew nekiriye. Hilbijartina 24’ê Hezîranê ji bo me hilbijartina di navbera demokrasî û dîktatoriya ‘yek mêrî’ de ye. Yekane riya çareseriyê HDP ye.    *Wê bandora OHAL’ê li ser hilbijartinan çawa be?   Sedema hilbijartinê ya di bin OHAL’ê de pêk bê ev e ku AKP bandorê li encamên hilbijartinê bike. Plana Qesrê ev e ku HDP’ê di bin bendê de bihêle. Ji ber vê hemû pêkanînên dijdemokratîk û neyîniyên OHAL’ê li dijî me tê bikaranîn. OHAL bi hinceta darbeya 15'ê Tîrmehê hatibû îlankirin. Bi vê re KHK’a hatin derxistin. Barkirina sindoqan jî bi wateya ku hawirek bê ewle biafirînin pêk hatiye.   *Gelê Mêrdînê wê mîsyonek çawa bigire ser xwe? Bangek we ya ji bo gelê Mêrdînê heye an na?   Gelê Mêrdînê wê di hilbijartinê de îradeya xwe bi awayekî xurt derxin holê. Wek her tim wê xwedî li dîroka têkoşîna xwe derkeve. Ez parlamenterek bi îradeya gelê Mêrdînê hatime hilbijartin. Ez bûm şahida wêrankirina Nisêbîn, Kerboran û Dêrikê.  Zarok li şaneşînên xwe hatin hedefgirtin. Em parlamenterên HDP’ê li dijî van êrîşan derketin û ji ber vê em dîl hatin girtin, parlamenteriya me hat xistin. Ji ber vê wê gelê me ji vê re bêjin ‘Êdî bes e’.   *Hûn biryara hilbijartina pêşwext çawa dinirxînin? Wê jin bandorek çawa li ser hilbijartinê bikin?   Gelek sedemên biryara hilbijartinê ya bi lez û bez hatiye girtin heye. Yek ji sedeman a herî girîng jî ev e ku bê amade bigirin û HDP’ê di bin bendê de bihêlin. Hedefa AKP’ê û serokomarê wê ev e ku HDP’ê di bin bendê de bihêlin. Em baş dizanin ku wê ev hilbijartin bandorê li ser me û nasnameya jinê bike. Di dema AKP’ê de kuştin, tacîz, tecawiza li hember jinê ji sedî hezar û 400 zêde bûye. Dîsa bûyerên îstîsmara zarokan û tecawizê hatine girtin. Jin herî zêde di dema AKP’ê de ji jiyana kar hatine dûrxistin û hepsî nav çar dîwaran hatiye kirin. Li ser bedena jinan gotinên nîjadperest hatine gotin û zarokên jinên Kurd ên hîna nehatine dinê ‘terorîst’ hatine îlankirin. Parlamenter, hevserok û hevşaredarên jin hatin girtin. Di serî de jinên Kurd, peywirek mezin dikeve ser gelê Kurd. Serkeftina HDP’ê serkeftina jiyanê ye. Em ê bi serkevin û tarîtiyê têk bibin. Em ê bi evîna heqîqet û xweşikahiyê jiyanek nû ava bikin.