‘Em her kesî hembêz dikin’ 2018-06-15 09:05:42   ÎZMÎR - Jinên pêkhateyên HDP’ê ku di hilbijartinê 24’ê Hezîranê de bi awayekî çalak cih digirin, li dijî polîtîkayên ‘dijminatiyê’ bi bertek in û wiha gotin: “Tevî provakasyonan bertek pir enênî ne. Em li vir dest didin hev.”   Partiya Rizgariya Ji nû ve ya Sosyalîst (SYKP) û Partiya Siberoja Çep û Kesk ku pêkhateyên HDP’ê ne li Îzmîrê li gelek nokteyan stand vekirin û xebatên piştgiriyê didomînin.   Partiyên her roj li nokteyên cuda standê vedikin diyar kirin ku tevî polîtîkayên dijminahiyê yên AKP’ê yên du salan, li hember HDP’ê bertekên gelek erênî hene.    Şîlan Kaya ya SYKP’î  diyar kir ku nûneriya jinan a li meclîsê bi HDP’ê re pêk hatiye û li Konakê me bertekên erênî girtin. Şîlanê wiha berdewam kir: “ Tevî provakasyonên serokomar û yên din bertekên li dijî HDP'ê gelek erênî ne. Em li vir dest didin hev. Em derdên xwe parve dikin. Me li Konak, Buca, Bornovayê stand vekir û belavok belav kirin. Em tevlî xebatên Karabaglar û Gazîemîrê bûn. Bi jinên ne HDP’î ne re şikestin heye. Tevî vê yekê me hev hembêz kir.”   Şîlanê her wiha destnîşan kir ku derbaskirina bendê ya HDP’ê  gelek girîng e û her kes divê hişmendiyê de ye û got gel li alî siyasetek demokratîk e. Şîlanê da zanîn ku ew ji bo ewlehiya sindoqan jî dixebitin.   ‘Divê ev desthilatdarî biçe’   Îclal Dîkmen ku endama Partiya Siberoja Çep û Kesk e û mamosteya teqawîtbûyi ye  ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê di standa HDP’ê de dixebite. Îclalê destnîşan kir ku AKP wek her mijarê di mijara perwerdeyê  de jî polîtîkayên ji rê derketinê dimeşîne û got: “Hawirdor hat talankirin. Cihê mirov bîhna xwe bistînin nema. Em li vir jî êdî nikarin bîhna xwe bistînin. Em di aboriyê de têk çûn. Tenduristî û perwerde divê ne bi pereyan be. Ji bo rêzdariya li hemberî xweza û mirovan divê deng ji bo HDP’ê bê dayîn.”