‘Pêngavek din a azadbûnê jî HDP ye’ 2018-06-15 09:04:27   Berîtan Canozer   STENBOL - Endama Kovara Kaldiraç Hazal Yuce diyar kir ku ew piştgiriyê dide HDP’ê û wiha got: “Hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo aştî û azadiyê pêngavek girîng e.”   Di nav ên piştgiriyê didin HDP’ê de Kovara Kaldiraç jî heye û ji kovarê Hazal Yuce diyar kir ku wê piştgiriyê bidin HDP’ê.   Hazalê biryara hilbijartina pêşwext nirxand û wiha pê de çû: “Krîza aborî ya ku her diçe kûr dibe û nayê veşartin, bi dawîbûna polîtîkayên şerên li Sûriyeyê, zêdebûna çetebûyîna li welat ev anî vê astê. Pêşiya pêşketina berxwedana civakî nehat girtin ji ber vê hilbijartin hat îlankirin.”   ‘Divê têkoşîna azadiyê bê bilindkirin’   Hazalê daxuyakirin ku mêtîngeriya kedê yek ji pirsgirêkên herî sereke ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li vî welatî kesên daxwaza maf kirin rastî şîdeta polîsan hatin. Çareseriya van hemûyan divê hemû aliyan rêxistibûna xwe pêk bianiya.  Ev dewleta li ser înkar û îmhayê hatiye avakirin têkoşîna esas ya azadiyê ye. Divê têkoşîna azadiyê bê kirin.   Hazalê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin HDP'ê û Selahattîn Demîrtaş û ji bo  têkoşîna ked, azadî û aştiyê mezin bibe wê piştgiriyê bidin HDP'ê û Selahattin Demîrtaş.