Jinên Suryanî ji bo HDP’ê dengan dixwazin 2018-06-14 09:16:44   MÊRDÎN - Jinên Suryanî li Mêrdînê derî bi derî digerin û ji bo HDP’ê dengan dixwazin. Jinan diyar kirin ku bila li meclîsê mafê gotina wan jî hebe û ji ber vê dengên wan ji HDP’ê re ne.   Li Mêrdînê Suryaniyan piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê aşkera kirin û jinên endamê Komeleya Jinên Suryanî ya Mîdyatê jî ji bo HDP’ê kolan bi kolan digerin.   ‘Em derî bi derî digerin’   Marîa Tokgoz bi lêv kir ku ew welatekî baştir dixwazin û got: “Em ji ber vê dengên xwe didin HDP’ê. Ji sedî 90’ê jinên Suryanî dengên xwe didin HDP’ê. Em derî bi derî digerin û dengan dixwazin. Sedemên wê em vedibêjin. Berê jî parlamenterekî me yê Suryanî hebû.  Niha li Mêrdînê di rêza sêyemîn de Tuma Çelîk heye.”   ‘HDP hemû civakê temsîl dike’   Teodora Ozdemîr jî wiha got: “Em wek Komeleya Jinên Suryanî piştgiriyê didin HDP’ê. HDP di her alî de şert û mercên wekhev pêşniyarî jinan dike. HDP hemû gelan temsîl dike. Her cure mirovî ligel hev digire. HDP di nav civakê de ye. Ji ber vê me HDP û Demîrtaş hilbijartiye.”   Barbara Akay jî sedema piştgirîya ku didin HDP’ê wiha vegot: “Hemû reng, ziman û çand di nav pergala HDP’ê de ne. Ji ber vê em dibêjin HDP. Em ji bo aştî, wekhevî û azadiyê dibêjin HDP. Em jî bi hevalên xwe yên jin yên Suryanî re yek bi yek li malan digerin û gel dikin xwedî hişmendî. Em ji bo HDP’ê dengan dixwazin.”