‘Bi qasî ewlehiya hilbijartinê piştî wê jî girîng e’ 2018-06-14 09:16:02   ÎZMÎR - Ji Meclîsên Pêvajoya Hilbijartinê Zehra Polat diyar kir ku li dijî dijhiqûqiyên di hilbijartinê de divê muxalefet bi hev re bibin xwedî helwest û got peywira wan a ewil ev e ku dengên xwe bi kar bînin û xwedî li sindoqan derkevin.   Meclîsên Pêvajoya Hilbijartinê  xebatên xwe yên bo hilbijartinan bê navber didomîne. Meclîsên Pêvajoya Hilbijartinê ku wek berdewama Meclîsên Na ya pêvajoya hilbijartinê hat avakirin hedef dike ku di alî dijhiqûqiyên di hilbijartinê de gel hişyar bike.   ‘Dengdayîn pir girîng e’   Zehrayê destnîşan kir ku ji ser stand û çapemeniya civakî rêxistinbûnê dikin û wiha pê de çû: “Me bang li mirova kir ku sindoqan biparêzin. Serlêdan qedya. Lê em bang dikin ku li ser sindoqan peywirê bigirin. Em li 81 bajarî ger li ser sindogan girtekan bigirin wê rîska dizîna dengan kêm bibe.”   Zehrayê bal kişand ser xîleyan û diyar kir ku YSK dike îtîrazan qebûl neke û got ew di vê pêvajoyê de sindoqan amade dikin wê li dijî diziyê jî li dijî her cureyê lîstikê mirovan derxînin kolanan.   Her wiha destnîşan kir ku divê li djî tifaqên qirêj jî divê blogên gel bên avakirin.