Jinên hatin îxrackirin: Dengê me ji partiya hêviyê û têkoşînê HDP’ê re ye 2018-06-12 09:10:23   MÊRDÎN - Jinên KESK’ê yên rastî polîtîkayên zextê û îxracê yên AKP’ê hatin, diyar kirin wê dengên xwe bidin HDP’ê û wiha gotin: “Di vê hilbijartinê de dengên me ji partiya hêvî, demokrasî û pêşerojê re ye.”   Ji hilbijartinan re demek kurt ma û li Mêrdînê ji HDP’ê 6 namzet hene û xebatên li wir bê navber didomin. Bi hezaran jinên KESK’ê ku bi KHK’ê hatin îxrackirin jî diyar kirin ku wê dengên xwe bidin partiya hêvî û têkoşînê HDP’ê.   ‘Îhraç tenê ji bo guherîna desthilatldariyê sedema têr e’   Hevseroka Egîtîm Senê Aslina Sezer ku hat îxrackirin wiha got: “Gelek kes dibe ku bêjin ji hilbijartinê re zû bû. Lê em bi her awayî ji hilbijartinê re amade ne. Em ê li pişt partiya ku aştiyê dixwaze bin. Em jinên kedkar û serokomarekî ku sazê lê dixe dixwazin. Ez rêvebera Egîtîm Senê bûm. Ji ber vê ez hatim îxrackirin. Ez ji pîşeya xwe bûm. Ev tenê ji bo guherîna desthilatdariyê têr dike. Tu car ked wisa nehatibû binpêkirin.”   ‘Em ê têkoşînê bidomînin’   Endama Egîtîm Senê Ozlem Uçler Oguz ku hat îxrackirin jî daxuyakirin ku wek jin û dayikekê wê ji bo pêşeroja zarokên xwe dengên xwe bidin HDP’ê û got HDP di vê pêvajoya li dijî pêkanînên dijhiqûqî bû.   Ozlemê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ji bo deng neyên dizîn em ê bixebitin. Ez ê zarokê xwe jî bigirim derî bi derî bigerim.  Ez bi hêvî me wê HDP bikeve meclîsê. Partiya me bi jin, zarok û ciwanan xweş e. Em bi hev re xweşik in û xurt in. Bi hev re ew ê ev pergala qirêj biguher e.”