Li Êlihê pêşengên hilbijartinê jin in: Gelek sedemên me hene 2018-06-12 09:09:04   ÊLIH - Jinên Êlihê ku ji xebatên jinan re pêşengiyê dikin her malê ziyaret dikin û gotin ew dema diçin sindoqan gelek sedemên wan hene û gotin: “Em ê çawa Dayika Taybet ji bîr bikin ku dernekevin kolanan.”   Xebatên hilbijartinê li Kurdsitanê bê navber didomin. Jin şev û roj dixebitin. Li Êlihê jî jin derî bi derî, tax bi tax digerin û diyar kirin ku wê tu cihekî nehêlin.   ‘Di xebatan de jin li pêş in’   Hevseroka HDP’ê ya Êlihê Berîvan Helen Işik jî destnîşan kir ku xebat bê navber didomin û komîsyonên hilbijartinê ava kirine. Bêrîvanê bi lêv kir ku di her komîsyonê de jinan cih girtiye û wiha pê de çû: “Di komîsyona dîplomasî, teknîk, çapemenî û hiqûqê de hevalên me yên jin cih digirin. Jin ji berê de mîsyona pêşeng digirin ser xwe. Her qadê ziyaret dikin. 24’ê Hezîranê hilbijartinek dîrokî ye. Peywirek mezin dikeve ser milê me. Em bawer in ku em ê bi ser bikevin.”   ‘Mirov hêzê ji me digirin’   Berdevka TJA’yê  Sabîha Ekîncî jî diyar kir ku li 6 taxan xebat tê  meşandin û got: “Em mal bi mal digerin. Piranî jin xebatên hilbijartinê dimeşînin. Em wek jinên TJA’yê li her derê xebatên xwe dimeşînin. Em tayînkirina qeyûman, êrîşên li hemberî Efrînê, êrîşên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê, êrîşên zayendî û kuştinên jinan ji bîr nakin. Ji ber vê em bê navber dixebitin. Me Dayika Taybet ji bîr nekiriye. Gel dema me dibîne jî hêzê ji me digirin.”   Meyase Akdag jî got wê tevî  tiştên tên jiyîn biçin ser sindoqan û bang li hemû kesî kir ku divê her kes xwedî li îradeya xwe derkeve.   Menfiye Çelîk jî bi lêv kir ku ew tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber çavan digire û dengê xwe bi kar tîne û wiha pê de çû: “Birêz Abdullah Ocalan Serokê Kurdan e. Çima hûn destûr nadin  bi kesî re hevdîtinê bike? Hûn çi dikin bikin em ê şûnde gavê navêjin. Em ê bi mirinê neqedin.”