Jinan li Êlihê dest bi perwerdeya muşahidiyê kirin 2018-06-11 10:53:24   ÊLIH - Li Êlihê piştî fitarê jinan ji bo ewlehiya hilbijartinê starta perwerdehiya muşahidiyê dan.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Bi roj piştî serdana gundan, piştî fitarê, li Navenda Çandê ya Baharê ya Lokala Kuçeya Baglarê bi erbaneyan şahiyek hat lidarxistin. Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Palamentera HDP'ê Felaknas Ûca beşdarî çalakiyê bûn. Bi sedan kes  beşdarî çalakiyê bûn û dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin.    Li lokala jinê şahî hat lidarxistin û li Kuçeya 19'ê Mayisê derbarê ewlehiya hilbijartinê de starta perwerdehiya hilbijartinê hat dayin. Her wiha heta sihorê xebatên hilbijartinê dewam kir û ji bo mîtînga Êlihê ya 20'ê Hezîranê belavok hat belavkirin.