Jinên Qoserê derî bi derî xebata hilbijartinê dimeşînin 2018-06-11 09:11:07   MÊRDÎN- Li Mêrdînê gelên di bin sîwana HDP’ê de hatine cem hev derî bi derî digerin û xebatên hilbijartinê dimeşînin. Jinên ku pêşengiya vê xebatê dikin diyar dikin ku wê heta roja dawî bixebitin û wiha gotin: “HDP ji bo jin, zarok, ciwan û aştiyê hêviya yekane ye. Ji ber vê divê her kes dengê xwe bide HDP’ê û piştgiriyê bidiyê.”   Jinên Qoserê der barê hilbijartinan de axivîn û bi lêv kirin ku wê heta roja dawî derî bi derî bigerin û xebatên xwe bimeşînin û hemû parlamenterên xwe bişînin meclîsê.   Dengê wê yê ewil ji bo HDP’ê ye   Rojname Elîş ya nû ketiye 18 saliya xwe diyar kir ku wê dengê xwe yê ewil bide HDP’ê û wiha pê de çû: “Ez ji HDP’ê hez dikim, pê bawer im. Ji ber vê dengê xwe didim HDP’ê. Ez wek ciwanekê ji HDP’ê hez dikim.  HDP çiqas zêde bi parlamenter biçe meclîsê wê evqas ji bo gelên Tirkiyeyê tiştên xweş bike. Baweriya me hemûyan pê heye. Ji roja Selahattîn Demîrtaş ketiye girtîgehê siyaseta li Tirkiyeyê hatiye astengkirin. Em dixwazin namzetê me di nav me de be û bi me re bixebite.”   ‘Em wek jin wê pir bixebitin’   Malîse Uçuk jî destnîşan kir ku wek jin ji bo HDP’ê wê bi şev û roj bixebitin û bang li hemû jinên Mêrdînê kir û got: “Divê em çi bikin di vê hilbijartinê de pêngavekê li pêş bin. Divê em bi ser bikevin. Em ji bo vê divê pir bixebitin. Çi ji destê me bê divê em bikin. Divê em tax bi tax derî bi derî bigerin.HDP ji bo jin, zarok, ciwan û aştiyê yekane hêviye.”   ‘HDP ji bo gelên Tirkiyeyê hêviye’   Îyde Elîş jî daxuyakirin ku divê jin ji vê pêvajoyê xurt derkevin û wiha pê de çû: “Divê em her kesî bi aştî û HDP’ê bidin bawer kirin. Çi dibe bila bibe,wê rojê sindoq li ku dibin bila bibin, em ê wan dengên xwe bi kar bînin.  Bila êdî mirov neyên kuştin. Bila kes ji ber fikrên xwe nekeve zindanan.Em bi zimanê xwe biaxivin. HDP yekane partiya ku van pêk bîne ye. Em jî heta dawî piştgiriyê didin HDP’ê.”