Pervîn Buldan: Dixwazin bi dengê kurdan gur bibin meclîsê 2018-06-10 18:41:48   ÇEWLÎG – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, di mîtînga Çewlîgê de axivî û diyar kir ku AKP- MHP bûn tifaq û armanc dikin ku bi dengê kurdan gur bibin meclîsê. Pervîn wiha got: "Hişmendiya got 'Kevir li ser kevir û serî li ser mil nehêlin' li dijî kurdan bûn tifaq.    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de tevli mîtînga ku HDP'ê li Qada PTT'ê ya Çewligê pêk anî bû. Pervîn piştî duh li Mûşê tevli mîtîngê bû îro derbasî Çewligê bû. Pervînê ewil li navçeya Bongilanê ji aliyê sedan kesî ve hat pêşwazîkirin. Piştre tevli namzetên HDP'ê yên Çewligê û rêveberên HDP'ê bi karwanek mezin derbasî Çewligê bûn û li nava bajêr geriyan. Piştî li nava bajêr geriyan derbasî qada PTT'e bûn. Mîtîng rastî eleqeyek mezin a ciwanan hat. Qada mitîngê tije bû. Namzetên HDP yên bajar û Parlamenterê HDP'ê yê Çewligê Hişyar Ozsoy jî di mîtingê de amade bûn.    'Dengê xwe nedin îktîdara zilmê'   Pervînê, diyar kir ku AKP- MHP bûn tifaq û armanc dikin ku bi dengê kurdan gur bibin meclîsê. Perwînê wiha got: "Hişmendiya got 'Kevir li ser kevir û serî li ser mil nehêlin' li dijî kurdan bûn tifaq.    Pervîn, anî ziman ku ev welat ne mahkûmê AKP û Tayyip Erdogan e û wiha axivî: “Ev welat ne mihtacê AKP’ê û Recep Tayyip Erdogan e. Ji niha de ji bo xwe xelas bikin dest bi belavkirina alîkariyê kirine. Malê dewletê belav dikin. AKP 16 salin li ser îktîdarê ye. Hemû kes rastî zilma wan hatin. Gelê vî welatî kirin mahkûmê xizanî û zilmê. Her tiştî ji bêrîka we didizin. Wê alikariyê bi baca ji bêrîka we dikin. Divê hûn yek dengî jî nedin AKP'ê. Rû şûştî ne dê dîsa bên dengan ji we bixwazin. Keyayan kom dikin. Gefan dixwin. Lê êdî gel biryara xwe daye. Erdogan êdî rêwî ye. Wekî din çare tune ye."    'Hêza wan nema têrê dike'   Pervîn, destnîşan kir ku kurd ol û bawerî ji AKP’ê û Erdogan fêr nebûne û wiha lê zêde kir: "Em ol ji wan fêr nebûne. Bila ol nîşanî me nedin. Em ji destpêkê de bi olê xwe ve girêdayî ne. Gelê kurd û gelên din ên rastî zilmê hatine ji niha de biryara xwe dane. Ev pirsgirêk bi şer û ewlehiyê çareser nabe. Pirsgirêka ziman, ol, çand û nasnameyê heye. Êdî hêzea tu kesî tune ku nasname, ziman û çanda me înkar bike. Gelê Çewligê dê kesên li dijî kurdan ceza bike. AKP bi MHP'ê re tifaq ava kir. Dixwazin bi dengê kurdan gur bibe meclîsê. Bi hişmendiya got 'kevir li ser kevir, seri li ser mil nehêlin' re îtîfaq ava kir. AKP û MHP bûn tifaq û xwestin kurdan di bin bendê de bihêlin. Lê dê bi ser nekevin. Em dê li meclîsê bibin nûnerê gelan. Em dê bibin meclîsa gelan û van polîtîkayan pûç bikin."   Pervîn girtin û cezakirina Îdrîs Baluken jî rexne kir û da zanîn ku di şexsê Baluken de vîna gel ceza dikin.    Pervîn, herî dawî bal kişand ser hîleyên AKP'ê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Her roj bi hezaran derewan dikin. Dixwazin me bikin berpirsiyarê bûyerê 6-8'ê cotmehê. Me xwest vê bûyerê lêkolîn bikin, lê AKP'ê red kir. Ji siyaseta Demîrtaş ditirsin. Em biçin ser sindoqan û sindoqan biparêzin. Em destûr nedin dengê me bidizin. "