Pervîn Buldan: Vî gelê serî ji kesekî re netewan û ew ê netewîne 2018-06-09 15:35:38   MÛŞ - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan tev li mîtînga HDP'ê ya Mûşê bû û hikûmeta AKP'ê rexne kir. Pervîn Buldan, anî ziman ku gelê Kurd tu carî serî netewand û ew ê serî netewînin.    Rêxistina HDP'ê ya Mûşê di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Mûşê mîtîng pêk anî. Bi deh hezaran kes tev li mîtîngê bûn. Mîtîngê bi guhdarkirina muzîkê dest pê kir. Piştre axaftina Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a mîtîngê ku bi riya telefonê bi malbata xwe re parve kiribû hat guhdarkirin. Piştre namzetên HDP'ê yên Mûşê Gulîstan Koçyîgît, Mensur Işik, Şevîn Çoşkun, Adnan Topçu û Hevseroka Giştî ya HDP'ê  Pervin Buldan derketin ser dikê û gel slav kirin.    Namzeka HDP'ê Gulistan Koçyigit, gel silav kir û wiha got: "Duh li vir mîtîngek hebû. Li gel ku her kes bi maşîneyan ji bajarên derdorê kişandin vir jî dîsa qat li vir vala bû. Ji ber ku kesên li vir axivîn gotinek wan tune bû. Tenê tiştek weat kirin. Ew jî bêtir şer, bêtir kuştin, bêtir xizanî waatî gelê Tirkiye kirin. Ji ber vê yekê gelê me eleqe nîşanî wan nade. Lê em li vir soz didin we. Em dê bibin bersîv û karê me yê di 7'ê Hezîranê de nêvî mabû em dê temam bikin. Gelê Mûşê biryar daye û dibêje Temam. Em zêde tiştekî naxwazin em mafên xwe dixwazin. Divê hûn jî li sindoqan û dengê xwe xwedî derkevin.    Namzetê HDP'ê yê Mûşê Mensûr Işik jî derket ser dikê û gel silav kir. Işik, anî ziman ku ji ber krîza aborî û siyasî bi lez biryara hilbijartinê girt û xwest bi hîleyan disa bi ser bikeve û 5 salên din li îktîdarê bimîne. Lê îro ji ber vê tevlêbûn û coşa we îro îktîdar poşman bûye ku biryara hilbijartinê girtine. Divê em Dayika Taybet ji bîr nekin. Cenazeyê wê yê li kolanê man ji bîr nekin. Ew cenaze bi fermana Serokomar, Serokwezîr, Walî û Qeymeqam 7 rojan li ber çavên zarokên wan li erdê ma. Ew cenaze ne tenê yê Dayika Taybet bû, wîcdan li wir bû. Me wekî HDP'ê biryar da ku pirsgirêkê bi riya diyalog û muzakareyan li ser maseyê çareser bikin. Em hêj li pey vê rêbazê ne. Lê AKP'ê li şûna çareseriyê qeyûm tayînî şaredariyan kir, wekilên me û hevserokên me avêtin zindanê. Çima ji ber ku hemûyan siyaseta demokratîk dimeşand. Em dibêjin rizgariya vî welatî hurmet nîşandayîna gelê kurd e. Lê hikûmeta faşîst bê hurmetiyê li dijî gelê kurd ê Sûriye û Iraqê jî bê rûmetiyê dike.      Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî derket ser dikê û gel bi kurdî silav kir. Pervîn, anî ziman ku îro Mûş bêtir xweş û rengîn e û wiha got: "Ji ber ku hûn îro li vir in. Min 3 silavên cuda ji were anîn. Min Silavek ji Girtîgeha Kandirayê ji Bûrcu Çelîk Ozkan ji were anî. Min salek ji Ewropa Ahmet Yildirim ji were anî. Min silavek jî Manîsayê ji Namzetê me yê Manîsa Sirri Sakik ji were anî. Em dizanin herî zêde gelê Mûşê êş û jan ji polîtîkayên AKP'ê kişand. Herî zêde gelê Mûşê rastî înkarê hat. Burçu Çelîk ji keça wê ya 3 salî û gel qut kirin û şandin Girtîgeha Kandirayê. Birêz Ahmet Yildirim ku nûnerê wê yê Enqereyê bû wekîltiya wî xistin. Bi sedema ku heqaret li Serokomariyê kiriye. Lê îro wekîlên li meclîsê ku heqaret li Serokomar nekirine tune. Yê herî zêde heqaretê li Erdogan dike Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî ye. Lê îro milê wan di hev de ne û bûne kankayê hev in. Ji ber ku we tehamul nake wekîltiya wekîlên we dixin. Mi Mûşê 3 wekîl hebûn. 2 wekîl jê HDP'î bûn. Wekîlek jî AKP'î bû. Wekîlê AKP'ê yê Mûşê tenê carekê derket ser dikê. We jî ji bo sond bixwe derket kursiyê. Ji ber ku derwê wan ê gel tune. Derdê wan ewe ku çawa bêtir malê dewletê bixwin. Bêtir nelirêtiyê bikin. Lê fikara wekîlê me gel e. Bêtir bibin bersîv û daxwazên gel .    Gelê Mûşê nikare çandiniyê bike. Esnafê Mûşê nikare sifteha bike. Gelê Mûşê bi betalî û xizaniyê re têdikoşe. Serokomar radibe dibêje ku dê kratxaneyan veke. Lê gelê Mûşê kratxaneyan naxwaze. Kar dixwaze. Lê karê wan firandina F-16'an e. Lê gelê Mûşê û gelê Tirkiye şer naxwaze. Kar û hilberînê dixwaze. Me got aştî em avêtin zindanê. Me got çareserî em binçav kirin. Wisa fikirîn ku me bigirin dê me biqetînin. Lê nizanin ku her em tên girtin em bêtir zêde dibin. Gelê Mûşê faîlê mechûl dizane. Girtin, binçavkirin û kuştinê dizane. Ne dûrî van tiştan e. Ji ber vê yekê gelê Mûşê ji niha de biryara xwe daye.    Di 16 salên AKP'ê de binpêkirina mafan zêde bû. Kuştin zêde bû. Xizanî û nelirêtî zêde bû. Niha çima OHAL heye. Ji bo ku bêtir xweli îktîdarê bihêlin OHAL'ê dirêj dikin. Welatekî ku bi OHAL'ê bê rêvebirin, welatekî ku wekîl û şaredar girtî bin, welatekî ku qeyûm tayîn bike, welateki ku aborî têk çûbe hileşiya ye. Em dê di 24'ê Hezîranê de bersîva vê yekê bidin.  Pervîn, bal kişand ser koalîsyona AKP û MHP'ê û wiha got "Em dizanin ji bo bêtir dijmimantiya kurdan bikin AKP û MHP koalîsyon ava kirin. Gotin 'Em dê kevir li ser dîwar, serî li ser mil nehêlin' Yên ku vîna me, rûmeta me nas neke û hurmetê nîşan nede em jî hurmetê nîşan nadin. Hêza tu kesî tune ku nasname, vîn û çandakurdan înkar bike. Gelê kurt tu carî serî netewand û dê li dijî Erdogan jî serî netewîne û bîat neke.    Erdogan ji ber ku di xewnê xwe de Selahattîn Demirtaş dibîne, dema diçe Trabzonê dibêje ez li Takot im. Dema diçe Bajarekî din navê bajarekî din dibêje. Ji ber ku ji siyaset û wêrekiya Demîrtaş ditirse navê bajaran û dîrokê tev li hev dike. Ji ber ji Demîrtaş ditirse wî li zindana Edîrneyê dîl digire.    Namzetên serokomariyê yên partiyên din bajar bi bajar digerin tev li mîtîngan dibin. Lê Demîrtaş li Edîrneyê dîl hatiye girtin."    Pervîn herî dawî xwest dema çûn ser sindoqê Sûr, Nisêbîn, Gever, Efrîn, Dayika Taybet û tiştê ku AKP'ê bi serê kurdan de anîne ji bîr nekin û 4 wekîlên HDP'ê bişînin meclîsê. Buldan, destnîşan kir ku êdî dema bidawîkirina îktîdara AKP û Erdogan hatiye. Axaftina Buldan û namzetên din bi dirûşmeyan hat qutkirin.    Mîtîng bi muzîkê û siloganan bi dawî bû.