Li dijî tecrîda Îmraliyê bertek: Şerma demokrasî û ahlaqî ye 2018-06-09 09:06:26   MÊRSÎN - Jinên Mersînê tecrîd wek ‘şerma ahlaq û demokrasiyê’ bi nav kir û gotin yekane bersiva li dijî tecrîdê ev e ku di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de rolek çalak bê lîstin.   Jinên Mersînê bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê berdewam dike dan. Ji jinan Azîze Taş xwest Abdullah Ocalan bê berdan û got ew ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 20 sale girtiye azadiyê dixwazin. Azîzeyê wiha berdewam kir: “Ji me gelê Kurd çi dixwazin? Hevjîn, zarok, hevalên me bêyî sedem di girtîgehan de ne. Hevşaredarên me parlamenterên me hatin girtin. Em ji vê zilmê re dibêjin êdî bes e.”   ‘Divê 24’ê Hezîranê bibe bersiva tecrîdê’   Haybet Kalkan jî daxuyakirin ku  daxwaza aştî û azadiyê ya gelan ancax bi Abdullah Ocalan pêkan e û balkişand ser girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê.    Haybetê destnîşan kir ku gelek parlamenter û hevşaredarên wan girtîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îradeya gelan di girtîgehan de tê girtin. AKP li dijî HDP’ê bê tehemul e.  Em jinên Kurd wê her tim ligel aştiyê cih bigirin. Divê her kes bibin dildarên sindoqan. Divê em li dijî xîleyên sindoqan ewlehiya xwe bigirin. Ewlehiya sindoqê ferz e.”