Namzedên HDP'ê bi coş tên pêşwazîkirin 2018-06-08 18:30:25   MÊRDÎN/AMED - Di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de xebatên HDP'ê li Mêerdîn û Amedê berdewam kirin.   Namzedên HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Mêrdîn û gundên wê xebatên xwe didomînin. Li bajrê ku her namzedek li herêmekê xebatên xwe berdewam dike heyeta bi namzedan re û namzed ji alyê gel ve bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin.   Namzeda HDP'ê ya Mêrdînê Gulbîn Şahîn Daghan li Mahsertê bi gel re hat cem hev. Gulbîna ku serdana gundan jî kir û bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.  Herwiha namzed Pero Dundar jî li Dêrikê bi gel re hat gel hev û bi coşeke mezin hat pêşwazîkriin. Namzed Tuma Çelîk, Mîthat Sancar û Dîlaver Înal jî li navenda artukluyê li gundan bi gel re hatin cem hev.   Namzeda HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay jî li Nisêbîne û gundên wê bi gel re hat gel hev. Heyata ku li Bagokê li gundan bi gel re hat gel hev bi dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin"  hat pêşwazîkirin.   Amed   Li Amedê jî xebatên hilbijartinê berdewam kirin. Di çarçoveya xebatan de rêxitina HDP'ê ya Sûrê TJA û namzedê HDP'ê Dêrsim daga li kolana Gazî yê serdana gel kirin û ji esnafa û welatiyan pirsa daxwazek wan heye yan tune ye kirin .Welatiyan jî got," Tu daxwaza me tune ye divê em di serî de îktîdarê dewr bigirin."   Dêrsim Dag û heyeta pê re piştî ku serdana gundan bikin wê êvarê tevli şoena ciwanan a li salona dawetê ya Nîlgun bibin. Bername saet di 17.00'an de ye.   Namzeda HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun jî li Yenîşehirê  serdana Sîteya Oto Galeriyê ya li taxa Îplikê kir û ji aliyê esnaf û gel ve rastî eleqeyeke mezin hat.   Remziye piştî serndana galeriyê serdana gundên girêdayî Yenîşehirê jî kir.