Li Mêrdînê wê yek dengek neyê dizîn 2018-06-08 09:06:21   MÊRDÎN - Jinên Mêrdînê barkirina sindoqan nirxand û diyar kirin ku wê destûrê nedin dizîna yek dengî û wiha got: "Em ê di vê hilbijartinê de rê bidinê.  Bila êdî biçe. Em naxwazin. Em ê wî ji wê kursiyê deynin."   Li Mêrdînê bi biryara YSK'ê 143 sindoqên 90 cihê hatibûn danîn, rakirin birin cihekî din û kirin yek. Li bajarê ku sindoq bi hinceta ewlehiyê hatin rakirin,  bi giştî 16 hezar û 639 sindoq hene.    Gel jî diyar kir ku sindoq diçin ku bila biçin wê heta dawî xwedî li îradeya xwe derkevin.   'Dikarin sindoqan bibin cihên din'   Dîcle Kiliç anî ziman ku ji bo demildest dawî li rejîma faşîst bê dayîn çi ji destê wan bê wê bikin û wiha got: "HDP ji bo ciwanan hêvî ye. Em dixwazin Selahattîn Demîrtaş ji girtîgehê derkeve û ciwan ji bo hilbijartinê xebatan bimeşînin. Dernekeve jî em ê çi bikeve ser milê me wê bikin. Em ê wê rojê nobetê bigirin û xwedî li sindoqan derkevin.   'Em ê dest ji îradeya xwe bernedin'   Betul Kiliç jî daxuyakirin ku divê jinên ciwan xwedî li HDP'ê derkevin û ji bo serokomar jî Selahattîn Demîrtaş be wê her tiştî bikin û wê îradeya we ji destê xwe bernedin. Şukran Çelebî jî daxuyakirin ku jinên Mêrdînê bê navber dixebitin û got bila êdî ew bikevin û em ê wan ji kursiyan daxînin xwarê.