Dr. Semra Guzel:Ez dengê xwe didim HDP ya pirrengiyê diparêze 2018-06-07 09:06:45   Bêrîtan Elyakut   AMED - Dr.Semra Guzel a ji rêza 6’emîn ji HDP’ê li Amedê namzet e  sedema tercîha xwe ya HDP’ê wiha vegot: “Ez li dijî yek rengiyê di nav HDP’a pir reng de cihê xwe digirim.”   Namzeta parlamenteriyê ya Amedê ya ji HDP’ê Dr. Semra Guzel li Dêrik a Mêrdînê tê dinê û zarokatiya wê li Wêranşarê derbas dibe. Lîse û dibistana navîn li wir temam dike û têkoşîna doza kurd nas dike.  Xebatên jinan jî di zanîngehê de nas dike û tê binçavkirin û piştre ji dibistanê tê dûrxistin. Semra piştî pêvajoya binçavkirinê zêdetir tevlî xebatên jinan dibe û 8 mehan dereng dibistanê diqedîne. Semra ewil li Mêrdînê peywirê dike, piştre li Nisêbînê Hekîmtiya malbatê dike. Piştre li Amedê bi cih dibe û di Odeya Tabîban a Amedê de hevserokatiyê dike.    'Hatim îxrackirin lê min dest ji têkoşînê berneda’   Semrayê da zanîn ku wê li dijî zîhniyeta serdest a mêr, gotinên mîlîtarîst û zayendperest di HDP’ê de cih girtiye û wiha pê de çû: “Tirkiye ev demek dirêj e di koasê de ye. Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de tevî hemû êrîşên li hemberî HDP’ê serkeftinek mezin hat bidestxistin. Lê ev nehat hezmkirin û çûn hilbijartina 1’ê Mijdarê. Piştî vê bi hewldana darbeyekê OHAL hat îlankirin. Bi KHK’yan em îxrac kirin lê tevî vê ez ji Amedê derneketim.”   ‘Xeta jinê ya HDP’ê rolek girîng lîst’   Semrayê sedema tercîha xwe ya HDP’ê jî wiha bi lêv kir: “HDP pirrengiyê diparêze. Xîtabî hemû aliyan dike. Taybetiya wê ya herî girîng jî partiya jinê ye. HDP di hemû qadan de nûneriya wekhev hedef dike. Di vê hilbijartinê de hevserokomarî kir rojeva xwe. Ji ber vê hêza HDP’ê min di HDP’ê de cih girt.”   ‘Em ê ji bo Hevserokomariyê bixebitin’   Semrayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê rêgeza hevserokatî, nûneriya wekhev, komara demokratîk esas bigirin û ji bo avakirina Hevserokomariyê xebatan bimeşînin. Semrayê her wiha bang li hemû jinan kir ku li ser sindoqan xwedî li dengên xwe derkevin.