Seroka Giştî ya KA.DER’ê: ‘Divê em jin ligel hev bin’ 2018-06-06 09:05:03   Evrîm Kepenek   STENBOL - Seroka Giştî ya Ka.Der'ê Nuray Karaoglu  tabloya namzetên jin a 24’ê Hezîranê ya partiyên siyasî nirxand û wiha bang li jinan kir: “Hûn xetereya em tê de ne dizanin gelo? Em bi zîhniyetek ku me tune dihesibîne re rû bi rû ne. Divê em hema rabin ser piyan. Me ji zûde meclîs heq kiriye.”   Seroka Komeleya Piştevaniya Namzetên Jin (Ka.Der) Nuray Karaoglu  derbarê tabloya namzetên 24’ê Hezîranê de nirxandin kir û got hejmara namzetên jin ên partiyên siyasî qet ne baş e û got divê pêkananîna kotaya wekheviya li meclîsê divê bi qanûnan bê parastin.   Nuray da zanîn ku pêvajoya namzetiyê gelek kurt bûye û jinan bi hemû enerjiya xwe gotine ‘soza me jî heye’, lê mixabin wek dihat xwestin nebû û ji 14 hezar bernamzetî tenê 931 heb jin bûne û ev jî tekabulê ji sedî 5,3 dike.   ‘Divê em jin ligel hev bin’   Nurayê di berdewamiyê de bal kişand ser tabloya namzetên jin û got ev ji bo jinan xetereyeke û got: “Gelo hûn xetereyê dizanin? Jin di civakê de hîna jî tune tê hesibandin. Divê mirov ji vê xetereyê haydar bin. Me civînek derbarê mijarê de çê kir. Hemûyan jî nerazîbûnên xwe anîn ziman. Lê tevî her tiştî divê em hêviya xwe winda nekin. Divê em modela rêxistinbûna xwe pêk bînin. Me meclîs ji zû de heq kiriye. Divê em li gorî vê tev bigerin.”