‘Dengek ji Demîrtaş re dengek ji HDP’ê re’ 2018-06-06 09:04:30   Habîbe Eren   ENQERE - Li taxa 100.Yil ku piranî xwendekarên ODTU'yê lê dijîn,  xwendekar û şêniyên taxê ereboka destan a bi kulîlkan xemilandine veguhertin wesayîta hilbijartinê û wesayît rastî eleqeyek mezin tê.   Li taxa 100. Yil ku piranî xwendekarên ODTU'yê lê dijîn, ji aliyê xwendekar û şêniyên taxê ve wesayîtek hilbijartinê hat amadekirin.  Xwendekar û welatiyên ereboka destan veguhertin wesayîta hilbijartinê, bi kulîlk û wêneyên namzetê HDP’ê yê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş xemilandin.    Şêniyên bi wesayîtê sînor neman, ji bo bîranîna Berkîn Elvan ku di berxwedana Geziyê de hat qetilkirin, jî bîstanek çandin û li aliyê din jî belavokên HDP’ê belav dikin.   Nîlgun Kiliç ku tevlî xebata hilbijartinê bû got li taxê bi giştî aliyên sosyal demokrat dijîn û got: “Me wek taxê di 7’ê Hezîranê de eleqeyek mezin dît. Kampanya hilbijartinê ya HDP’ê bi rastî qelebalix bû. Standa me vekiriye rastî eleqeyek mezin tê. Xebatên me eleqeyek mezin dibînin. Li vir gelek kesên deng didan CHP’ê di 7’ê Hezîranê de piştgirî dan HDP’ê. Hêviya me ev e ku îsal jî wê wisa be. Lîsteya namzetiya HDP’ê bi rastî wek lîga şampiyona ne.”   ‘Dengek ji Demîrtaş re dengek ji HDP’ê re’   Şeyda Yilmaz jî ku yek ji jinên xebatan dimeşîne wiha dibêje: “Yekane partiya ku soza jiyanek nû dîde HDP ye. Ji bo jin, ciwan û xwezayê têdikoşe. Ligel hemû bindestan e. Ez bang li hemû jinên ciwan dikim. Dengek ji HDP’ê re dengek ji Demîrtaş re.”