'Divê hegomonyaya mêr ya di siyasetê de bê hilweşandin' 2018-06-05 09:07:12   STENBOL - Fîlîz Yenîçerî ya ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê bû bernamzet û di lîsteya CHP’ê de cih negirt, diyar kir ku mêr naxwazin kursiyan terk bikin û divê hegomonyaya mê ya di siyasetê de bê hilweşandin.   Fîlîz Yenîçerî ya berê ji CHP’ê bibû namzeta parlmanteriyê ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê jî ji CHP’ê bû bernamzeta Stenbolê.  Fîlîz ya di lîsteya ku teslîmî YSK’ê de cih negirt di heman demê de endama lijneya Komeleya Piştevaniya Namzetên Jin (KA.DER) e.  Fîlîzê bal kişand ser piştevaniya jinan û got di siyasetê de divê hegomonyaya mêr bê hilweşandin.   ‘Mêr naxwazin kursiyan terk bikin’   Fîlîzê daxuyakirin ku dema mirov li lîsteyên namzetiyê dinêrin dîsa   jin nedîtine û got: “Gelek jin ji bernamzetiyê derbasî namzetiyê nebûn. Sedema vê hegemonyaya mêr ya di siyasetê de ye. Gelek jinên xwe perwerde kirine û gîhandine hene. Em van jinan di melîsê de nabînin.  Mêr naxwazin kursiyên xwe terk bikin.”   Fîlîzê destnîşan kir ku nîvê Tirkiyeyê ji jinan pêk tê û ji bo pirsgirêk bi nêrîna jinê bê çareserkirin li meclîsê temsiliyeta têr tune ye û ev jî nikare bê qebûlkirin.