Namzeda Bedlîsê Sevda Tabak Yamaç: Wê jin her tiştî biguherin 2018-06-05 09:02:08   BEDLÎS - Namzeda Bedlîsê Sevda Tabak Yamaç ya ji kevneşopiya têkoşînek  a ji DEHAP’ê heta HDP’ê dirêj dibe tê wiha dibêje: “Li vî welatî divê êdî her tişt biguhere. Jin jî divê pêşengiya vê guherînê bike.”   HDP ya ku hedef dike bibe nûnera gelên di bin sîwaneya xwe de kom kiriye, yek ji taybetiya wê ya herî girîng ev ku partiya jinê ye. Sevda Tabak Yamaç ya ji rêza 3’emîn a Bedlîsê bûye namzet di 1973’an de li Bedlîsê hatiye dinê.  Sevda ku heta 1997’an  li Bedlîsê jiyaye, piştî hevjînê wê  yê ku hîndekar bû hat surgunkirin şûnde bi malbata xwe re koçî Mereşê kir.   Sevda ku nêzî 10 salan li Mereşê ma yek ji damzerînerên DEHAP’ê ye.  Sevdayê li Mereşê cigiriya serok kir û di baskên jinan û meclîsa partiyê de xebat meşand.   ‘Min berpirsiyariya xwe her bi cih anî’   Sevda piştre koçî Wanê dike û di rêxistinên kedê yên cuda de cih girt. Sevda ev 12 sal e jî li Wanê dijî û esnafiyê dike. Sevda li ser cil û bergên jinan kargeha xwe dixebitîne û bi porojeyên xwe jî balê dikşîne. Sevdayê sedema namzetiya xwe ya ji HDP’ê wiha vegot: “Divê êdî li welat pêşveçûn biguhere. Di encama têkoşîna bi salan de jinan di siyasetê de cih girt. HDP di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de wê rolek mezin bilîze. Guherîna desthilatdariya AKP’ê wê deriyekî mezin vebike.  Ji ber  ku HDP xîtabî her kesî dike em dibêjin HDP. Divê êdî li vî welatî guhertin çêbibe û jin jî pêşengiyê bikin.”