Namzedên HDP'ê li Enqereyê û Amedê çûn serdana Esnafan 2018-06-04 16:53:47   ENQERE/AMED - Namzedên HDP'ê yên Enqereyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Seyranbaglariyê çûn serdana esnafan.   Namzedên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Fîlîz Kerestecîoglu, û Emîne Kaya bi rêxistina HDP'ê ya navçeya Çankayê re li taxa Seyranbaglariyê çûn serdana esnafan û ji welatiyan xwestin ku di 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê. Namzedên ku di vê çarçoveyê de li malan jî geriyan rastî eleqeyeke mezin a gel hatin.   Amed   Li Amedê jî xebatên hilbijartinê yên HDP'ê li navend û navçeyan li gel eleqeyeke mezin a gel berdewam dikin. Yek ji van navçeyan jî Farqînê ye ku kelecana welatiyan ji rûyên wan xuya dike.  Di xebatên ku li Farqînê hatin kirin de  namzedên HDP'ê yên Amedê Dersim Dag, Ferda Fahrîoglu Akin û Îmam Taşçier tevli bûn.    Peyas    Namzeda HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun û rêxistina Peyasê ya HDP'ê  li 3'emîn sîteya sanayiyê  serdana kedkaran kirin. Kedkarên ku HDP'yî bi kêfxweşî pêşwazî kirin soza ku wê dengê xwe bidin HDP'ê dan. Herwiha kdkarên ku Remziye dîtin jî diyar kirin ku ew sembola berxwedana Sûrê ye.    Pîran   Herwiha ji namzedên DHP'ê Salîha Aydenîz jî bi rêxistina HDP'ê ya Pîranê re di çarçoveya xebatên hilbijartinê de derî bi derî geriya û bi gel re sohbet kir.  Sohbeta ku herî zêde ji aliyê jinan ve hat guhdarkirin de jinan diyar kir ku divê li meclisê derbarê  qetilkirina jinan de xebat bên kirin.   Heyet wê piştre êvarê biçe li gundê Qilbînê tevli xwarina fitarê bibe.   Piştî serdana malna Slîha û Heyeta pê re li gundên girêdayî pîranê xebata xwe berdewam kirin.   Pasûr   Ji namzedên DDP'ê Semra Guzel jî li navçeya Pasûrê bi gel re hat gel hev û piştî xebata xwe ya li navçeyê Semra û heyeta pê re li gundan xebatên xwe berdewam kirin.