Namzeta HDP’ê Cansu Îrem: Bi hebûna HDP’ê re deriyên azadiyê vebûn 2018-06-04 09:03:29   STENBOL - Yek ji namzedên HDP’ê yên ciwan Cansu Îrem Kalender  diyar kir ku yekane partiya ku ciwan û jin dikarin lê siyasetê bikin HDP ye û got wê li meclîsê ji bo ciwan û jinan bixebite.   Xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê bênavber berdewam dike û namzetên ji nasnameyên cuda yên HDP’ê jî balê dikşînin. Cansu Îrem Kalender a ji herêma yekem a Stenbolê namzet e wiha got: “Ez ji bo bibim dengê jin û ciwanan dixebitim. Hûn jî piştgiriyê bidin min.”   Cansu ya ji Îzmîrê ye û bi salan li Stenbolê jiyaye, bersiv da banga namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş a  ‘bila jinên ciwan bibin namzet’ û diyar kir ku ew li ser vê bangê bûye namzet. Cansu bi keseyeta xwe ya bi biryar û sekna xwe ya pozîtîf balê dikşîne.   ‘Gel ligel hev bisekinin wê hemû dîwar bên hilweşandin’   Cansuyê wiha got: “Di HDP’ê de ziman, nîjad, nasnamet tuneye. Di HDP’ê de her tişt her kes heye. Kurd,Tirk dikarin bi hev re bijîn. Divê gel li cem hev bisekinin. Hebûna HDP’ê deriyên azadiyê vedike. Her kes ji ber cesareta min nîşan daye, min pîroz dikin. Cesareta jinan dikare bê pîvan. Ez natirsim.  Ji bo HDP di meclîsê de hebe ez ê bixebitim.”   Cansuyê bang li hilbijêrên xwe jî kir û wiha pê de çû: “Ez ji wan piştgiriyê dipêm. Ez dixwazim bibim dengê jin û zarokan. Ez dixwazim li meclîsê dengê hemû kesî bê bihîstin. Ji ber vê hewcedariya me bi piştgiriya we heye. Bila dengan bidin me.”