Namzeta jinên Erziromê wê li Meclîsê siyasetê berdewam bike 2018-06-03 09:05:47   ERZIROM - Namzeda rêza duyemîn a Eziromê ya HDP’ê Zelîha Dundar ev 20 sale bi awayekî aktîf di siyasetê de ye. Zaliha niha xwe amade dike ku jinên Erziromê li meclîsê temsîl bike.   Namzetên jin yên HDP’ê bi rihê seferberiyê xebatan dimeşînin. Namzeta rêza duyemîn a Erziromê Zelîha Dundar, ev 20 sale bi awayekî aktîf di siyasetê de cih digire û li Tekmana Erzurumê hatiye dinê. Zelîha ya li malbatek welatparêz hatiye dinê ji beşa Têkiliyên Gel mezûn bûye. Piştî komploya navneteweyî ya li hemberî rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî aktîf di siyasetê de cih girtiye. Zelîhayê wiha got: “Girtin û anîna wî ya Tirkiyeyê ez ji kurahî bi bandor kirim. Ez bi awayekî aktîf tevlî partiyê bûm. Ji ber  ku ew serokê gel bû.”   Bi HADEP’ê dest bi siyasetê kir   Zelîhayê destnîşan kir ku bi azadbûna jinê re civak dikare azad bibe û ev tişt vegot: “Min di pêvajoya 1999’an de HADEP nas kir. Min di rêveberiya wê de cih girt. Li Erziromê tevlîbûna jinan pir kêm bû. Felsefeya HADEP’ê jî ev bû ku zêdetir jin di siyasetê de aktîf cih bigirin. Min jî ev eas girt û ez di gelek kademeyên partiyê de xebitîm. Ez du salan di girtîgehê de mam. Min di dîplomasiya KCD’ê de cih girt. Di 2003’an de min wek namzeta parlamenteriya DEHAP’ê ya Erziromê peywir girt.”   ‘Erzirom ne wek berê ye’   Zelîhayê daxuyakirin ku yekane armanca wan ev e ku bajarê Erziromê bi awayekî herî baştemsîl bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Erzirom bajarekî ku gelek nasnameyên cuda ligel hev dijîn e. Di esasê de ne herêmek nîjadperest, feodal an jî muhafazakar e. Li gorî berê gelek pêş ketiye. Ez bawer dikim em ê bi rêjeyek mezin a dengan bi ser bikevin.”   Divê jin serî hilbidin’   Zelîhayê di dawiya axaftina xwe de binpêkirinên mafan yên li hemberî jinan vegot û ev tişt bi lêv kir: “Jin dibe hevjîna duyem, dibe berdêl, di temenê biçûk de tê zewicadin, rastî şîdet û îstîsmarê tê. Em ê li meclîsê li dijî vê têbikoşin. Em ê serhildana jinê şoreşa jinê pêk bînin.”