Namzetên HDP'ê çûn serdana karkerên Flormarê 2018-06-02 13:14:20   KOCAELÎ - Namzetê Parlamenteriyê yê HDP'ê yê Kocaeliyê Dr. Omer Faruk Gergerlioglu çû serdana karkerên Flormarê yên ku ji ber sendîqayîbûn ji kar hatin avêtin. Dr. Omer Faruk Gergerlioglu got "Sendîqabûyin mafek e".   Namzetê Parlamenteriyê yê Rêza Yekem ê Kocaeliyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dr. Omer Faruk Gergerlioglu çû serdana karkerên Flormarê yên ku ji ber sendîqayîbûn ji kar hatin avêtin. Omer anî ziman ku ew her dem piştgiriyê didin kedkaran.   Omer anî ziman ku ew rewşa kedkarên ku bi KHK'ê ji kar hatine avêtin, baş fêm dikin û got heta karker mafên xwe bixin dest ew ê alîkariyê bidin wan.    Omer yek bi yek bi karkeran re axivî û li pirsgirêkên wan guhdar kir.