Li Mûşê bûroya hilbijartinê bi govenda ciwanan hat vekirin 2018-06-02 09:16:12   MÛŞ - Bi nêzîkbûna 24`ê hezîranê xebatên HDP`ê berdewam dikin.   Li Serhedê bi eleqeyeke mezin xebatên HDP`ê berdewam dikin. Bi tevlîbûna namzetên HDP`ê Gûlîstan Kiliç Koçyigit û Mensur İşik li navenda Muşê li Kolana Îstasyonê bûroya hilbijartinê hat vekirin. Vekirina bûroyê bi coş û govenda ciwanan hat vekirin. Li hemberî baranê ciwanan bi germahiyek û kelecaneke mezin govend gerandin.    Piştî vekirina bûroyê namzetên HDP`ê  Gûlîstan Kiliç Koçyigit û Mensur İşik gel slav kir û pişt re Gûlîstan Kiliç Koçyigit axivi Gûlîstanê diyar kir ku ew ê di 24`ê hezîranê de îttîfaqa AKP û MHP`ê têk bibin û wiha got:“Em bi kelecan in em ê bi vê kelecanê biçin ser sindoqan. Li hemberî faşîzma AKP û MHP`ê em ê bi bikaranîna dengên xwe bersivê bidin zilmê. Dibe ku  em ji berjewendiyên dewletê sûd negirin û dibe ku derfetên me bi qasî îktîdarê nebin lê gel li ku derê be HDP li wir e. Em ê qezenc bikin û em ê bi ser bikevin.”   Bername bi govend û dirûşmeyên“Bijî Serok Apo” bi dawî bû.