Dîren Cevahîr: Ji bo parastina xwezayê deng bidin HDP'ê 2018-06-02 09:09:55   STENBOL - Namzeta HDP’ê ya Kirklarê Dîren Cevahîr Şen  diyar kir ku jiyan tenê ji mirovan pêk nayê û ji bo mafê sewalan banga dayîna dengan a ji bo HDP’ê kir.   Parêzer Dîren Cevahîr Şen a ji HDP’ê li Kirklarê namzet hatiye nîşandan ji parêzvaniya mafê wêdetir, ekolojîstek rast e. Dîren diyar dike ku divê ji bo mafên sewalan deng ji bo HDP’ê bên dayîn.   Dîren berê jî li Bartinê bûbû parlamenter. Dîrenê da zanîn ku ji ber jin di HDP’ê de hêsantir dibin namzet ew jî bûye namzet û got: “Hûn li ku bibin namzet bibin li wê derê qadek mirov dikarin lê polîtîkayê bikin tên afirandin. Ez xwe wek parêzvanê mafê mirovan, femînîst didim nasîn. Dibe em ji bo xwezayê ji bo derdorê rê vebikin.”   ‘Ev wisa naçe’   Dîren di heman demê de di têkoşîna femînîst de çalak dixebite û wiha pê de çû: "Dixwazin hemû mafên jinan têk bibin. Ji ber vê ji bo em mafên xwe şûnde bigirin ez bûm namzet. Ev wisa derbas nabe divê em vê biguherin. "   Dîrenê bal kişand ser qetilkirina xwezayê ya bi hevkariya sermaye û desthilatdariyê pêk tê û got hemû qadên jiyanê bi sermayê tê tunekirin û divê hemû kes li dijî vê têbikoşin. Dîrenê her wiha daxuyakirin ku qadên şîn ên bajaran bi lez tê tunekirin û got ji bo xwezayê û sewalan divê her kes dengê xwe bidin HDP’ê.