‘Ji bo azadî û parastina nirxan deng bidin HDP’ê ’ 2018-06-02 09:04:30   STENBOL - Platforma Antîkapîtalîstan diyar kirin ku ew ê dengên xwe bidin HDP ya ku mafê karkeran diparêze û gotinên nîjadperest nabêjin. Antîkapîtalîstan daxuyakirin ku ji bo nirxên çepgir wê dengên xwe bidin HDP’ê.   Xebatên hilbijartinê yên ji bo HDP û namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş didomin.  Endamên Platforma Antîkapîtalîstan piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê aşkere kirin.   ‘Aktorê herî girîng’   Nisîvkar Melek Ulugay got wê dengê xwe bide HDP'ê û Selahattîn Demîrtaş û got HDP di alî azadiyan de aktorê herî girîng ê Tirkiyeyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiye di her alî de li alî azadiyê ye. Vê azadbûnê jî HDP dikare pêk bîne. Ez ê dengê xwe bidin rûyê ronakbîr û bi ken ê Demîrtaş. Hewcedariya vî welatî bi kesên ronakbîr heye. Ez ê jî dengê xwe bidim wan. Ji bo azadî û parastina nirxan bila hemû kes dengê xwe bidin HDP’ê."   ‘Îradeya mîlyonan tune hat hesibandin’   Çaglayê daxuyakirin ku ew beriya her tiştî ji bo aştiyê piştgiriyê dide HDP’ê û got piştî hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an li hember HDP’ê şîdet pêk hatiye û îradeya bi mîlyonan kesî tune hatiye hesibandin. Çaglayê got ew bi baweriya xwe ya bi nirxên aştî û çepgirtiyê wê di vê hilbijartinê de dengê xwe bide HDP’ê.    ‘Zêdetir azadî’   Parêzer Funda Ata jî bi lêv kir ku ew ji ber pirtir azadiyê dixwaze wê dengê xwe bide HDP’ê û wiha got: “Dema em li partiyên li meclîsê dinêrin em dibînin ku yekane partiya ku nirxên çep dihewîne HDP ye. Ji ber vê ez ê dengê xwe bidim Demîrtaş û HDP’ê.”