Em vî agirî bi têkoşîna hevpar bitemirînin 2018-06-01 09:09:12   Bêrîtan Canozer   STENBOL - Jinên li Stenbolê kolan bi kolan digerin û ji bo HDP’ê dengan dixwazin, 24’ê Hezîranê wek deriyê rizgariyê dibînin û wiha gotin: “Bi têkoşîna hevpar divê em vî agirî bitemirînin. Ji ber vê hîna ku em zêde neşewitînin divê em vî agirî bitemirînin. Dema me kêm maye.”   Jinên HDP’ê li Stenbolê kolan bi kolan digerin û xebatên hilbijartinê berdewam dikin. Jinan hilbijartinên 24’ê Hezîranê wek rizgariya gelan nirxand û diyar kirin ku divê di vê pêvajoyê de têkoşîn bê kirin. Jinan da zanîn ku hîna zêde neşewitîne divê bi têkoşîna hevpvar ev agir bê temirandin û gotin dema wan zêde nemaye.   Sultan Bozkurt ku xebatan dimeşîne ev 55 sale li Stenbolê dijî. Sultanê di nav zext û nîjadperestiyê de zarokê xwe bi hezkirina welatparêziyê mezin kiriye û bi salan berê ji ber valakirina gundan koçî Stenbolê kiriye. Sultan niha ji bo hilbijartinê dixebite û diyar dike ku HDP bi qasî Kurdan, ji bo Tirk, Ereb, Ermenî, Elewî yanî ji bo hemû gelan şans e û got ew ji bo hemû jin, ciwan, kedkar, kesên hatine îxrackirin, neviyên xwe, mamosteyên nehatine tayînkirin dengan ji bo HDP’ê dixwaze.   ‘Şansa dawî ye’   Sultanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku AKP êdî tu tiştekî bi vî welatî nade qezenckirin û divê her kes vê bizane û got ji bo xilasbûna ji AKP’ê ev hilbijartin şansa dawî ye û  got HDP wê gelan ji taritiyê ji AKP’ê xilas bike.   Nesrîn Koçyîgît a nêzî 50 salî ye  jî diyar kir ku ew ji ber valakirina gundan koçber bûye û hatiye Stenbolê. Nesrîn di heman demê de endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ye û seranserê rojê bi namzetan re digere. Nesrînê anî ziman ku HDP nîşaneya aştî û wekheviyê ye û got ji bo azadiya jinê pêk were, ji bo koletiya jinê bi dawî bibe ji bo HDP’ê dixebite. Nesrînê da zanîn ku HDP ji bo wan rizgarî ye û ev hilbijartin şansa dawî ye.