Leyla Guven: Jin ji zû de li trena azadiyê siwar bûne 2018-05-31 12:20:40   AMED - Hevseroka KCD'ê ya girtî û namzeda  parlamenteriyê ya Colemêrgê Leyla Guven, diyar kir ku di serdemeke ku kuştinên jinan zêde bûne de ji bo rê li vê kuştinê bê girtin erka herî mezin dikeve ser milên jinên siyasetmedar û wiha  got; "Jin ji zû de li trena azadiyê siwar bûne û heta ku hemû jin li vê trenê siwar bin wê rêwîtiya wan berdewam bike.  Em ê di demeke nêz de govenda xwe ya azadiyê ya li zindana Amedê bi govenda jinên Colemêrgî yên li Zozanê Berçelanê re bikin yek."    Hevseroka KCD'ê ya girtî û namzeda  parlamenteriyê ya Colemêrgê Leyla Guven got got; "Mîtîngên min yên li vê derê gelek qelebalix in û em ê di demeke nêz de vê govenda xwe bi govenda azadiyê ya jinên Çolemêrgî yên li Çiyayê Berçelanê re bikin yek. "    Hevseroka  Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û namzeda parlmaneteriyê ya Colemêrgê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Leyla Guven ku di 31'ê çileya 2018'an de hat binçavkirin û bi îdiaya "Rêxistin damezrandiye û rêve biriye" hat girtin ev 4 meh in di li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê girtin. Leyla ya ku pirsên ajansa me bersivandin, derbarê hilbijartinên 24'ê Hezîranê, hemû xebatên ku di bin sîwana KCD'ê de kirin ku wekî suc hatin hesibandin  û li ser êrîşên li dijî jinan nirxandin kir.   'Pergal her demê ji jinan tirsiya ye'   Leyla di destpêka axafitna xwe de diyar kir ku bi AKP'ya bi "planê têkbirinê" ku operasyonên qirkirina siyasî  xistin dewerê bi hezaran siyastmedarên kurd hatin girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Di operasyonên qirkirinê ku ku hatin kiri nde herî zêde jî jin hatin hedefgirtin. Destkeftiyên ku jin di qada siyasetê de bi dest dixin her demê îktîdara baviksalar dixin zorê û ji ber vê jî ev îktîdara jinan ji bo xwe xetere dibîne.  Pergala baviksalar a serdest her ji jinên bi hêz tirsiya ye. Ji îdianameyên ku hatin amadekirin jî aşkera dibe ku qelîteya sucdarkirinê ne girîng ê. Armanc ew e ku nûnerên siyasî yên kurd bên bê îdtîbarkirin û siyaset kurd bê pêşeng bihêlin. Lê rastiyeke ku AKP'ê hesabê wê nekiriye heye."   Leyla di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku gelê kurd û pêşengên wî ji ber ku li dijî înkar û asîmîlasyonê li ber xwe dane her bi destê darazê hatine cezakirin  û ev tişt got: "Civaka Tirkiyeyê û siyaseta wê ji DGM, ji dadgehên ewlehiya taybet rizgar bûn lê kurd ji vê darizandinê rizgar nebûn.  Her çend ku bi hemû hêza xwe jî bi ser me de hatin jî heta roja îro tu encma negirtine. Îro jî darizandina me berdewam dike.  Rastiyeke me ya din jî ew e ku gelê me êdî polîtîk bûye.  Ji ber vê jî wê gelê me li saziyên me yên hatin girtin û hatin valakirin xwedî derê û wê vala nehêle.  Îro di rewşa OHAL'ê de jî saziyên me partiyên me yên siyasî  hemû xebatên xwe berdewam dikin. Jin jî di van şert û mercên xeter de ji vê berxwedanê re pêşengiyê dikin. Bi kurtasî wê ji van operasyonan jî tu encamê negirin."   Jin ji zû ve li tirêna azadiyê siwar bûne   Leyla diyar kir ku Colemêrg hem hem di warê  berxwedana giştî û hem jî di warê  berxwedana jinê de bajarekî girîng e û di berdewamiya nameya xwe de wiha got: " Parlamentera me  ya niha Selma Irmak ji aliyê gelê colemêrgê ve hatiye hilbijartin  û bi coşeke mezin hatiye pêşwazîkirin. Selma kesa girîng ya ku bi siyaseta kurd û bi berxwedana jinan hatiye pêşxistin a herî girîng e.  Girtin û darizandina selmayê di heman demê de tê wateya darizandina gelê colemêrgê.   Darizandina hevşaredar Dîlek Hatîpoglu, cezakirina wê cezakirina îradeya jinan e. Polîtîkayên hepiskirina jinê ya di malê de di dewrê de ne.  Lê divê ku îktîdar bizanibe wê jinên kurd tucarî dest ji têkoşîna xwe bernedin û serî netewînin. Jin ji zûde li trena azadiyê siwar bûne û heta ku hemû jin bikevin vê tirênê wê rêwîtiya wan berdewam bike."    Selma di nameya xwe de diayr kir ku ew ji seroka xwe Dîlek re, ji parlmentera xwe Selma re û hemû rêhevalên xwe yên girtî yên jin  re silavên xwe dişîne.