Namzeta Şirnexê Nuran Îmîr: Em ê hewl bidin ji dayika Taybet û Cemîleyê re bibin bersiv 2018-05-31 09:08:09   ŞIRNEX - Namzeta HDP’ê ya ji rêza 2’emîn Nuran Îmîr got ew hatine ku zîhniyeta serdest a mêr hilweşînin û wiha got: “Me têkoşîna Bêrîvanan dewr girt. Em ê hewl bidin  ji Dayika Taybet û Cemîleyê re bibin bersiv.”   Nuran Îmîr a ji Şirnexê ji rêza duyemîn namzet e û xwe amade dike ku ji bo bajarê xwe biçe meclîsê. Nuran li Cizîrê hatiye dinê û ji temenê biçûk de têkoşîna Kurd nas dike. Nuran bi malbata xwe re neçar dimîne koçî Amedê bike û di 16 saliya xwe di HADEP’ê de cih digire. Nuran di Komîsyona Ciwanan a HADP’ê de dest bi xebatan dike û piştre dibe endama Komîsyona Jinan, Serokatiya Komîsyona Jinan dike û du salan Serokatiya Baskê Jinan a Êlihê ya HADEP’ê dike.   Di 2003’an de ji bo tevlî konferansê bibe diçe Elmanyayê û ji ber pirsgirêkên qanûnî venagere û  di navbera 2003-2015’an de di xebatên jinan de cih digire, serokatiya YEKKOM'ê dike û gelek xebatên din de cih digire.   Nuranê perwerdeya xwe ya li Tirkiyeyê nîvco hiştibû li Elmanyayê berdewam kir û Dibistana Pîşeyî ya Muhasebeya Rêveriya Buroyê diqedîne. Di 2015’an de ji bo namzetiya parlamenteriya Şirnexê ji Ewropayê hat û serlêdan kir. Bi awayekî çalak ji bo xebatên hilbijartinê xebitî. Piştre biryar da li Tirkiyeyê bimîne. Endamtiya Meclîsa HDP’ê kir. Li Elezîz, Dêrsîm, Erzîngan û Botanê xebitî.   ‘Em wekheviyê diparêzin’   Nuranê da zanîn ku jin li her derê rastî şîdetê tên û got partiya wan jî li ser hîmê têkoşîna jinên Kurd hatiye avêtin û ji ber vê HDP partiya jina ye. Nuranê di berdewamiyê de bi lêv kir ku HDP’ê li Rojhilata Navîn bi taybet jî li Tirkiyeyê pergalek mînak ava kiriye û di vê rêveberiyê de hebûna her kesî tê qebûlkirin û cih nadin înkarê.   Nuranê destnîşan kir ku  wê ne tenê li parlamenteriyê li hemû saziyan pergala hevserokatiyê biparêzin û li parlamentoyê wê meclîsên jinan ava bikin û wiha dawî li axaftin xwe anî: “Me têkoşîna Bêrîvanan dewr girt. Em ê hewl bidin  ji Dayika Taybet û Cemîleyê re bibin bersiv.”