Jinên astengdar:Em ji sozên vala bawer nakin 2018-05-31 09:06:44   ÎZMÎR - Jinên astengdar ku tenê di hilbijartinan de tên bibîranîn diyar kirin ku ew bi sozên vala bawer nakin û got ancax kesek ji têkoşîna astendariyê tê dikare wan li meclîsê temsîl bike.   Endama Komeleya Nebîneyên Hevdem a Îzmîrê Sevînç Kaya û Dudu Yildirim diyar kirin ku kesên ku di nav têkoşîna wan de cihê xwe digirin ancax dikarin wan herî baş temsîl bike.   Qanûn ji bo dîtbarî tên derxistin   Sevînç Kaya diyar kir ku ji bo astendaran pêngavên şênber nayên avêtin û got: “Qanûn tê derxistin lê pêk nayên. Pirsgirêka herî mezin a nebîneyan veguhestine. Em neçar dimînin numareya otubusan ji hinekan bipirsin. Em niyeta kesan nizanin.  Bajar li gorî astendaran nayên plankirin. Peyarê pir teng in. Li bajajaran her tim guherîn tên kirin.  Şerîdên ji bo astengdaran çê dikin her tim şil dibin. Ev şerîdana jiyana me hêsan nakin, zehmetir dikin.   Dudu Yildirim jî got ji bo van şerîdan tîrolyonek û nîv pere tê xerckirin û ev jî kêrî 3 mîlyon astendarî nayê.    Duduyê destnîşan kir ku astendarên wek memur girtine jî tenê ji bo bê dîtin girtine û wan li kargeran didin rûniştandin, maaşê wan didin wan. Duduyê balkişand ser hilbijartinan û diyar kir ku rêgeza veşariya dengan a nebîneyan gelek caran tê astengkirin û hinek partiyên siyasî nebîneyan ji malê digirin û dibin ser sindoqan. Dudu wiha pê de çû: “Tercîha me heye, îradeya me heye. Em dixwazin kesên pisgirêkên me çareser dikin tercîh bikin. Em naxwazin kes me wek depoya hilbijartinê bibîne. Em bi sozên vala bawer nakin. Hewcedariya me bi kesekî me temsîl dike heye. Em parlamenterek jin a di nava  têkoşîna astengdaran de cihê girtiye dixwazin.”