Li Çewlikê ji bo sendoq bên barkirin serlêdan hat kirin 2018-05-30 16:41:17   ÇEWLIK - Li Çewligê Walîtiyê bi daxwaza ku bila cihê 127 sendoqan bê guhertin serlêdan li YSK'ê kir.   Bi nêzîkbûna hilbijartina 24'ê Hezîranê re li herêmên ku ji bo AKP'ê krîtîkin cihên sindoqan bê guhertin an jî bên barkirin walî ketin tevgerê.  Piştî Walîtiya Şirnex, Colemêr û Amedê walîtiya Çewligê jî ket tevgerê û bi daxwaza ku cihê 127 sendoqan bê guhertin serî li Saziya Lijneya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) da.   Derbarê herêmên ku wê cihên sendoqên wan bên guhertin de tu agahî nehat girtin.