Serpîl Kemalbay:Jin wê ruyê mêr yê mîlîtarîst biguhere 2018-05-30 09:07:56   ÎZMÎR - Namzeta Herêma Yekemîn a Îzmîrê ya HDP’ê Serpîl Kemalbay  diyar kir ku wê ruyê mêr ê mîlîtarîst yê di siyasetê de biguherînin û statuko jî wê bi demokrasiya mêr biguhere.   Yek ji namzetên HDP’ê hevseroka HDP’ê ya berê Serpîl Kemalbay e. Serpîlê ji herêma yekemîn a Îzmîrê di rêza yekem de namzet e. Serpîl ji Erdexanê ye, pispora ewlehiya kar û tenduristiya kar e. Serpîlê di serê salên 90’î de di Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) de cih digire.   Têkoşînek çalak   Serpîlê di têkoşîna çîn û jinê de jî bi awayekîk çalak cih digire û di HDP û HDK’ê de jî cih digire. Serpîlê diyar dike ku ji ber di nav jiyana gund de mezin bûye nêzî sosyalîzmê ye û got wê di şertên tarî yên faşîzma 12’ê îlonê de zanîngeh xwendiye.   Serpîlê bi lêv kir ku ew di qada kevneşopiya siyaseta li gel çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de cih digire û wan Kongreya Demokratîk a Gelan, wekhevî dîtine û xwestine hêzê bidin vê.   ‘HDK û HDP mînaka veguhestina civakê ye’   Serpîlê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku xebata li dora bernameyek hevpar veguhestina civakî pêş dixîne û ev di alî HDP û HDK’ê de gelek girîng bû.   Serpîlê ev tişt vegot: “Li Tirkiyeyê veguherîna rejîmê ji bo avabûna pergala demokratîk hêvî ye û ji bo ev hêvî tune bibe êrîş pêk hatine. Di 8’ê Hezîranê de Tayyîp Erdogan yekem car heta 4 roj şûnde derket pêşberî kamerayan. Plan kir ku wê vê tabloyê çawa serobino bike. Ne tenê partiya desthilatdariyê hemû sazbûnên ji nîjadperestî û şovenîzmê xwedî dibin,  demokrasiya ku HDP’ê bi Tirkiyeyê da qezenckirin qebûl nekir û ji ber vê CHP’ê di mijara rakirina destnedanan de got ‘li dij destura bingehîne lê em ê bêjin erê’.   Serpîlê balkişand ser rêgeza nûneriya wekhev û got pergala hevserokatiyê li her qada partiyê pêk hatiye. Her wiha Serpîlê destnîşan kir ku azadiya jinê ji malan dest pê dikin û bi taybet em ê civakek azad û demokratîk a jin, ciwan xwe bawer hês bikin ava bikin.