Namzedên HDP'ê yên Qersê banga mîtîngê kirin 2018-05-29 16:31:47   QERS - Namzedên parlamenteriyê yên Qersê serdana esnafan kirinû banga mîtînga ku wê roja înê li bajêr pêk bê kirin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya xebatên hilbijartina wê di 24'ê Hezîranê de bê kirin serdana esnafan kirin. Namzedên HDP'ê yên Qersên Arzu Maco, Ayhan Bîlgen, Bişar Abdî Alinak û rêveberên HDP'ê yên bajêr ku li ser kolana Kazim Paşa bi esnafan re hatin cem hev, banga tevlibûna mîtînga ku wê roja înê saet di 13.00'an de bi tevlibûna Hevseroka HDP'ê pervîn bûldan pêk bê kirin.  Namzedan di heman demê de pirsgirêkên esnafan guhdar kirin û esnafan jî diyar kir ku ew ji ewlehiya sendoqan bi gûman in.