'Em ê laçika Dayika Taybet a li erdê ma hilgirin' 2018-05-29 09:19:38   ŞIRNEX/MÊRSÎN - Rêxistina Bajarê Şirnexê ya HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Silopiyayê buroya hilbijartinê bi beşdarbûna bi hezaran kesî vekir. Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê Nuran Îmir axivî û got:"Em ê laçika Dayika Taybet a ku li erdê ma hilgirin." Li Mêrsînê jî buroya hilbijartinê ya jinê bi coş û beşdarbûna gel vebû."   Rêxistina Bajarê Şirnexê ya HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Silopiyayê buroya hilbijartinê bi beşdarbûna bi hezaran kesî vekir. Buroya hilbijartinê bi wêneyên Namzetê Serokkomariyê Selahattin Demirtaş, Hevserokên HDP'ê yên Giştî Pervin Buldan û Sezai Temelî hat xemilandin. Bi hezaran kesên ku hatin ber buroyê dirûşmên "Em ê serî hildin û bi ser bikevin", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.   'Silopiya bi we ser bilind e'   Namzetên HDP'ê yên Silopiyayê Hasan Ozguneş, Nuran İmir, Serdar Kuni, Huseyin Kaçmaz û Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik beşdarî vekirina buroyê bûn. Welatiyên ku namzet bi nîşana serkeftinê pêşwazî kirin dirûşma "Silopiya bi we serbilind e" berz kirin.    Parlamentera HDP'ê Leyla Birlik 3 jinên siyastmedar ên Kurd dema ku di serdema qedexeya derketina derve de hatin qetilkirin bi bîr anî û got:"Dema ku gelê Silopiyayê çûn ser sindoqan bila Dayika Taybet û Haci Lokman Birlik ji bîr nekin."   'Em ê laçika Dayika Taybet a li erdê ma hilgirin'   Namzeta HDP'ê Nuran Îmir jî got:"Em ê laçika Dayika Taybet a ku cenazeyê 7 rojan li erdê ma hilgirin."   Piştî axaftinan ji aliyê dayikan qurdeleya buroyê hat jêkirin. Bername bi gerandina govendê ya bi hezaran bi dawî bû.    Li Mêrsînê jî namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê Fatmagul Demirtag, Elif Aslan û bi beşdarbûna Hevserokê Şaredariya Akdenizê yê DBP'ê Yuksel Mutlu buroya hilbijartinê hat vekirin. Fatma gul axivî û di serî de slavên xwe ji Selahattin Demirtaş û ji Figen Yuksekdag re ragihand.    'Dê hesabên komkujiya jinê bipirsin'   Fatmagulê wiha domand:"Îktidara AKP'ê ya 16 salan ji komkujiyan wêdetir tiştek nekir. Dê hesabên komkujiya jinê bipirsin."   Piştî axaftinan vekirina buroya hilbijartinê bi dirûşmên "Bijî HDP" û "Jin jiyan azadî" hat vekirin.