Namzeta Azerî ya HDP’ê Kiznaz Turkelî:Divê jin piştgiriyê bidin HDP’ê 2018-05-29 09:14:11   WAN - Kiznaz Turkelî ya ji Îdirê ji rêza duyem namzeta HDP’ê ye, balkişand ser pir rengî û nûneriya jinan a HDP’ê û bang li hemû jinan kir ku piştgiriyê bidin HDP’ê.   Ji hilbijartinên 24’ê Hezîranê re demek kurt ma û HDP’ê ji namzetyên cuda gelek namzet nîşan dan. Yek ji van jî Kiznaz Turkelî ya Azerî ye. Kiznaz li Îdirê ji rêza duyem bû namzet. Kiznaz di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de jî bibû namzet û di 1964’an de li Îdirê hatiye dinê. Kiznaz ku jiyana wê piranî li zozanan derbas bûye, salên dawî de bi esnafiyê jiyana xwe berdewam kiriye. Kiznaz di 1992’an de bi hinceta di civîna karkeran de belavok belav kiriye hat girtin û 6 mehan di girtîgeha Sagmalcilar de maye.   Li zonan bi çanda kurd re hat cem hev   Kiznaz diyar dike ku ji ber çanda kurdan ji nêz ve nas dike gelek bi şanse û wiha pê de çû: “Ji ber vê min di pêvajoya hilbijartinê de qet zehmetî nekşand. Ez cara duyem bûm namzet. Jinên kurd gelek ji min hez kirin. Ez ji bo min qezencek mezine. Min hevaltî û dostaniyê mezin qezenckirin.”   ‘Wê her du jî ji HDP’ê derkevin’   Kiznazê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser eleqeya jinan a ji bo wê û ev tişt daxuyand:  “Wê li Îdirê HDP her du namzetan bigire. Ez bang li jinan dikim ku di HDP’ê de têbikoşin. Her kes di HDP’ê de jiyanê dibîne. Xwe bi nasnameya xwe îfade dikin.  Tu kes nikare vê înkar bike. Em bang li hemû kesî dikin ku di 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP’ê.”