‘Yekane partiya mafê jinan xistiye meriyetê HDP ye’ 2018-05-29 09:10:06   STENBOL - Ji Pîrebokên Kampusê Hatîce Goz destnîşan kir ku yekane partiya ku mafên jinan ji rêziknameyê derxistiye û xistiye meriyetê HDP ye û got wê piştgiriyê bidin namzetên ku qanûnên ji bo fêdeya jinan derdixin.   Ji Pîrebokên Kampusê Hatîce Goz balkişand ser girîngiya hilbijartinan û got ji bo jinan xwedî grîngiyek krîtîk e û wiha pê de çû: “Divê hemû jin biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne.Tayyîp Erdogan ber bi têkçûnê ve diçe. Ji bo xwe xilas bike biryara hilbijartinê girtiye.  Li aliyekî hewl dide desthilatdariya xwe ava bike û li aliyê din jî civakê dixîne.”   ‘Jin bi daraz û edeletê bawer nakin’   Hatîceyê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Jin bi daraz, edelet, hêzên ewlehî, pergala perwerdeyê bawer nakin. Dema wisa bibe em li rêbazê xwe digerin. Ji ber desthilatdarî vê yekê dizane biryara hilbijartinê dide.”   ‘Hewcedariya me bi serkeftinê heye’   Hatîceyê bi lêv kir ku desthilatdariyê bi polîkayên xwe û saziyên avakirine ji jinan re qada jiyanê nahêlin û yên di 16’ê Nîsanê de gotin ‘na’ bi ser ketin û pêşengên vê jî jin bûn.  Hatîceyê anî ziman ku ew hêrs didome û got hewcedariya wan bi serkeftinê û hêza rêxistinkirî heye.   Hatîceyê di dawiya axaftinê de wiha got: “Ku yekane partiya ku mafên jinan ji rêziknameyê derxistiye û xistiye meriyetê HDP ye. Em ê piştgiriyê bidin namzetên ku qanûnên ji bo fêdeya jinan derdixin.”