HDP'yî li gundên Qersê rastî eleqeyek mezin hatin 2018-05-28 17:26:52   QERS - Rêxistina HDP'ê ya Qersê  di çaroçveya xebatên hilbijartinê yên 24'ê Hezîranê de bi gel re hat cem hev.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) ya Qersê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi gel re hat cem hev. Heyeta HDP'ê ku namzedên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Qersê Arzu Monco, Bişar Abdî Alinak jî di nav de li gundên navçeya Kurudereyê bi gel re hat cem hev.   Namzedên ku ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin, wêneyên Selahatîn Demîrtaş û belavok li gundiyan belav kirin. Gundiyan jî pirsgirêkên ku dijî ji heyetê re ragihandin.  Welatiyên ku gotin AKP ji bo Qersê tu tişt nekiriye wiha bertekên xwe anîn ziman: "Bila bên li rewşa gundê me binêrin, ji kê re rê çêkirin û av anîn. Bi salan e em li vêderê dijîn. Mer rojekê nedît ku AKP ji bo me xizmetek kir."