Menal Mihemed: Dengê xwe bidin demokrasiyê û ji desthildariya faşîst re bibêjin na 2018-05-28 09:05:08   Civîn Husên   QAMIŞLO- Endama Meclisa Partiya Yekîtiya Demokeratîk PYD'ê Menal Mihemed derbarê hilbjiratinên Tirkiyê de nirxandin kir û diyar kir ku divê  genlên  Tirkiyê zanibin ku dengê xwe bidin kê, ji demokerasiyê re bibêjin erê û ji desthilatdariya faştî re bibêjin na.   Wekî ku tê zanîn di 24'ê hizêran a pêşwext li Tirkiyeyê wê bê kirin. Derbarê vê mijarê de Endama Meclisa Partiya Demokeratîk PYD'ê Menal Mihemed nirxandin kir.   Menalê da zanîn ku hilbjartinên  di 24'ê Hizêranê de wê bên kirin, divê ku di 2019'an de bihata kirin, pêşxistina dema hilbjartinan tiştekî dij qanûnî ye û ev tişt got: " Tenê di rewşên ku di desteyên dewletê de gelek pirsgirêk derkevin, yan jî gel nema vê pergalê qebûl bikê, hillbjartin tên pêşxisitn. Lê li Tirkiyeyê li gorî daxwaza Erdogn dema hilbijartinan hat hatin pêşxisitn.  Ji ber ku ger di 2019'an de hatiba çêkirin wê gelek guhertin di pergalê de hatiba çêkirin û ev jî ne li gorî berjewendiyên erdogan bû."   'Tirkiye ber bi aloziyê ve diçe'   Menal anî ziman ku Erdugan ê ku digot em dema hilbjartinan naguherin û yê ku bughere xayîne, lê wî bi xwe guherî û wiha domand" Di rewşa niha de wê ev hilbjartin destekê bidê desthildariya Erdugan ku 4 salên din diktatoriya xwe bimeîşîne. Rewşa aborî ya Tirkiyê ber bi hilweşanînê ve diçe.  Ger ku hiljbartin bimana 2019'an wê rewş biguheriya. Niha jî rewşa aborî û aloziya heyî wê bandorê bike."   'Dagirkirina Erdogn a Efrînê'   Menal bal kişand  ser dagirkirina Erdugan a herêma Efîrnê jî û wiha dirêjî da axafitna xwe" Bi hemû hewldanên xwe Erdugan dixwaze bi ser keve.  Bi dagirkirina Efîrnê re  xwest ku li gel MHP'ê CHP'ê jî  bikşîne aliyê xwe lê ew daxwaza wî pêk nehat.  Rêxistina ku pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike HDP'e ye. Ji ber ku ya li dijî qanûnên ne rast  derket HDP'ê bû.  Armanca Erdugan ya bingehîn ku desthildariya xwe heta 2023 dewam bike."   'Piştî ewqas komkujî wê bi çi rûyî biçe herêma kurdan'   Menal komkujîyên ku li Cizîr, Sûr, Amed û  Efrîn ê  ku bi destê Erdugan hatin kirin bi bîr xist û wiha got: " Bi çi rûyî dengên kurdan dixwaze. Divê ku kurd  helwesta  xwe diyar bikin, ji bo ku komkujî neyên dubaraekirin.  Di dagirkirina Efîrnê de dirûşmeya Erdugan ku ew şerê kurdan nakin lê şerê PKK'ê dikin bû. Lê ya rast şerê kurdaN dikir, ner şerê PKK'ê yan partiyekê yan tevgerkê dikir, şerê gelê kurd dikir û axa wan dagir kir."   'Bertekên li gel Israîlê dixwaze dengê xwe zêde bike'   Menal wiha domand" Erdugan wê her tiştî bikê ji bo ku demdirêj bimîne li ser desthilatdariyê. Bi gotina pirgirêka me bi Israîlê re heye jî derew e û lîstike. Dixwaze bi vê helwesta xwe jî hem bala cîhanê bikişîne û hem jî dengên îslamiyên radîkal bigire.     Menalê di dawiya axafitna xwe de  wiha got: " Bangewaziya meyî dawî ji tevahî Kurdistanê û Tirkiyê re ye ku ji demokrasiyê re bibêjin erê û ji desthilatdariya faşît re bibêjin na. Her dengekî em bidin pergala faşîst wê demokerasiyê têk bibe û wê gel rastî komkujî û neheqiyê were."