Jinên elewî yên piştgiriyê didin HDP’ê:Werin em bi hev re têbikoşin 2018-05-27 09:26:12   STENBOL- Jinên elewî diyar kirin ku wê di 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP’ê û bi lêv kirin ku ji bo welatekî demokratîk HDP û gotin bila her kes bi hev re têbikoşe.   Di 24’ê Hezîranê de hilbijartin pêk tên û yek ji aliyên bindest elewî jî wê tercîha xwe bikin. Ji Komeleya Elewiyan a Demokratîk û Mala Cemê ya Gaziyê Selda Guneş wih agot: “Em elewî, kurd, ermenî, jin û bindestên Tirkiyeyê em ê berteka xwe ya demokratîk li qadan nîşan bidin. Em di hilbijartinê de ligel HDP’ê ne.”   Meryem Fehîme Oruç jî bi lêv kir ku ew berê CHP’î bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min dît ku komkujiyên Sêwas û Mereşê jî ji helwesta CHP'ê ye. Lê êdî çavê min vebû.  Em elewî êdî nikarin bêdeng bisekinin. Werin em di HDP’ê de bên cem hev. Divê em bi hev re rabin ser piyan.   ‘HDP misogeriya azadiyê ye’   Dîlek Odabaş Bakir jî destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide HDP’ê û got HDP misogeriya azadiyê ye û ger Selahattîn Demîraş bê hilbijartin wê rojnameger jî azad bibin û her kes fikrên xwe bi awayekê azad bînin ziman.