Bi KHK’ê hat îxrackirin, ji bo meclîsê namzet e 2018-05-26 09:09:52   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Îdîl Ugurlu ku di lîsteya namzetiya parlamenteriyê ya HDP’ê de cih girt, bi KHK'ê hat îxrackirin. Îdîl a ji têkoşîna jinê û sendîkayê tê wiha got: “Tasfiyeya sedsalî tê jiyîn. Ez bang li jinan dikim. Ger em naxwazin mahkumê tarîtiya sedsalî bibin, ger em naxwazin hepsî malê bibin divê em dengên xwe bidin HDP’ê.”   Yek ji kesên di lîsteya namzetiyê ya HDP’ê de cih digire Îdîl Ugurlu ye. Îdîl ji 2’emîn Herêma Îzmîrê di rêza 2’emîn de cih digire. Îdîl bi KHK’ê hatiye îxrackirin. Îdîlê di Komîsyona Jinan a Egîtîm Sen, Meclîsa Jinan de cih girtiye û serokatiya Şaxa Hejmar 6 a Egîtîm Senê kiriye, hîna sekretera wê şaxê ye.   Îdîl a ku endama Platforma Jinên Îzmîrê, ÎHD, Komeleya Nasandina Çanda Elewî Bektaşî ya Narlidere ye, diyar kir ew di pêvajoya ku wek tasfiyeya sedsalî tê nasîn de parçeyek HDP’ê ye. Îdîlê bal kişand ser polîtîkayên perwerdeyê yên hikûmeta AKP’ê û got pêvajo bi 4+4+4 dest pê kiriye û çûne guherîneke ne ji bo fêdeya zarokên keç û wiha pê de çû: “Bi gotinên yek al, yek ol, yek netewî di perwerdeyê de yek tîp pêk anîn û pêşiya nifşê oldar û kîndar hatiye vekirin.”   ‘Ji bo em teslîmî tarîtiyê nebin’   Îdîlê destnîşan kir ku piştî OHAL’ê kolan bi awayekî fîlî ji jinan re hatine qedexekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hemberî jinên Îzmîrê êrîş hene. HDP partiyek jina ye. Ez wek jinek hatime îxrackirin xwe di HDP’ê de îfade dikim. Em jin dikarin xwe di HDP’ê de îfade bikin. tasfiyeya sedsalê tê jiyîn. Ez bang li jinan dikim. Ger em naxwazin mahkumê taritiyê bibin ger em naxwazin hepsî malê bibin divê em dengên xwe bidin HDP’ê û ez bang li jinan dikim ku di rêxistinên jinan de têbikoşin.”