‘Hêza gelan a 7’ê Hezîranê wê faşîzmê di 24’ê Hezîranê de biqedîne’ 2018-05-26 09:08:35   STENBOL - Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Beyza Ustun diyar kir ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê, 1’ê Mijdarê û referanduma 16’ê Nîsanê de gel hêza xwe nîşan daye û ji bo 24’ê Hezîranê jî got: “Di destê me de hêza me heye. Her dengê tê dayin wê faşîzmê bide sekinandin.”   Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Prof. Dr. Beyza Ustun hilbijartin nirxand û diyar kir ku gelan di 7’ê Hezîranê de îradeyek girîng nîşan daye lê ji aliyê AKP û serokomarê AKP’ê ve tune hatiye hesibandin. Beyzayê wiha got: “ Di 1’ê Mijdarê de dîsa çûn hilbijartinê. Her dem lîstik hat lîstin, me jî li dijî van lîstikana, têkoşîna demokratîk girîng dît, em her tim ketin vê hewldana têkoşîna demokratîk.”   Beyzayê daxuyakirin ku hewldana niha berdewam dike û wê piştî demekê wê encama vê bê dîtin. Beyzayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Me pêvajoya referandumê jiya. Piraniya gelan got ‘na’. Aliyê muxalîf dît ku dikarin bikin. Yanî hat dîtin ku em dikarin li gel hev bisekinin. Di vê hilbijartinê de berpirsyariya me girîngtir e.  Em dikarin vê faşîzmê bidin sekinandin. Her dengek wê faşîzmê bide sekinandin. Ji ber vê divê em hemû biçin ser sindoqan.”   ‘Ez bi HDP’ê re me li cihê rast im’   Beyzayê bi lêv kir ku pergala ku hikûmet bi êrîş, şer û tehdîdê dimeşîne wê piştî 24’ê Hezîranê bi dawî bibe û wiha bi lêv kir: “Faşîst têk biçin, em ê azadî û jiyana nû ji nû ve ava bikin. Yekane partiya ez xwe tê de dibînim HDP ye. Ji ber azadiyê diparêze.”