Namzetên sosyalîst ên HDP’ê: Di 24’ê Hezîranê de em ê bi ser bikevin 2018-05-24 09:03:16   ENQERE - Namzetên sosyalîst ên di rêja jor a lîsteyên HDP’ê de hatine nîşandan Tulay Korkut û Dilşand Canbaz diyar kirin ku ew ligel têkoşîna sosyalîst têkoşîna jinê jî didin û wiha gotin: “Em bixwe bawer in, em ê di 24’ê Hezîranê de bi ser bikevin.”   HDP ya bi hejmara namzetên jin balê dikşîne, namzetên wan ên sosyalîst gelek bi xwe bawer in.  Jinên sosyalîst ên di lîsteya namzetiyê de cih digire, diyar kirin ku wê li dijî tifaqan têbikoşin û bi ser bikevin.   Endama Platfroma Piştevaniya Sosyalîst Tulay Korkutan ku ji 2’emîn Herêma Stenbolê ji rêza 5’emîn namzet hatiye nîşan dan, diyar kir ku di nava partiyên heyî de yekane partiya alternatîf HDP ye û wiha pê de çû: “Min bi salan di Malên Piştevaniyê de xebat meşandin.  Piştî OHAL’ê bi KHK’yan Malên Piştevaniyê hatin girtin. Ligel  têkoşîna sosyalîst di heman demê de têkoşîna jinê jî didim.”   ‘Em bixwe bawer in, em ê bi ser bikevin’   Tulayê daxuyakirin ku enerjiya ji jinan digire gelek bilind e û got: “Enerjiya danezana jinê belav kiriye pir bilind e. Li hember du tifaqan potansiyela me gelek zêde ye. Yekane alternatîfa aştiyê wekheviyê diparêze HDP ye. Ji ber namzetiya xwe ez gelek kêfxweş im. Ez ji Stenbolê namzet im. Piştî danezanê li qadên em bûne namzet em ê xebatan bimeşînin. Em ê bernameya HDP’ê ji gelan re vebêjin. Em bixwe bawer in. Em ê di 24’ê Hezîranê de bi ser bikevin.”   ‘Em ê têkoşîna jinên li Meclîsê biqîrin’   Namzetek din a sosyalîst a HDP’ê Dilşad Canbaz  e.  Dîlşad ku hevberdevka Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) û aktîvîsta tevgera jina ye ji 3’emîn Herêma Stenbolê di rêza duyem de namzet e.  Dilşanê destnîşan kir ku wê di HDP’ê de bibe dengê bindestan û wiha pê de çû: “Ez ji nasnameyek sosyalîst têm. Li gorî min HDP xîtabê karker, kedkar, jin, kêmar, nasnameyên zayendî, LGBTÎ’yan dike. Di pêvajoyek wisa de di HDP’ê de cih girtin gelek girîng e. Ji 7’ê hezîranê heta niha em li dijî êrîşên faşîzmê têdikoşin. Em ê tecrubeyên xwe li Meclîsê bînin ziman. Em ê têkoşîna xwe ya jinan, nasnameya xwe ya sosyalîst li Meclîsê biqîrin.”   ‘Em ê bi ser bikevin’   Dilşadê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew ne biyaniyên kolanan e û got wê ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê li deriyê her kesî bixin û got ew di wê baweriyê de ne ku wê bi ser bikevin.