Li Amedê nebza hilbijartinê: TEMAM 2018-05-23 09:04:21   Gulîstan Azak   AMED -Li Amed a ku yek ji bajarên herî polîtîk a Tirkiyeyê ye, tercîha jinan a di 24’ê Hezîranê de zelale: TEMAM.   Li Amedê xebatên hilbijartinê bê navber didome û gel wê di 24’ê Hezîranê de tercîha xwe bike. Li Qada Deriyê Çiyê me mîkrofon dirêjî jinan kir û pirsên me besivandin.   ‘Dengê min ji HDP’ê re ye’   Mizgîn Uskut diyar kir ku ew dengê xwe dide HDP’a ku Kurdan diparêze û wiha pê de çû: “ Em girtina Selahattîn Demîrtaş şermezar dikin. Divê demildest bê berdan.”    Vahbiye Yilmaz jî girtina namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş rexne kir û wih agot: “Aramiya welat girêdayê HDP’ê ye. Ez di 24’ê Hezîranê de dengê xwe didim xwe.”   ‘Ez partiya xwe diguherim’   Ayşe Şahîn jî bi lêv kir ku ji bo Tirkiye ji kaosê derkeve wê partiya ku dengê xwe didê biguhere û wiha pê de çû: “Ji bo rejîma yek mêrî ji holê rabe em dengê xwe didin HDP’ê. Divê pirsgirêkên jinan yên azadiyê bên rojevê.”   ‘Divê em bêjin Temam’   Fatma Demîr destnîşan kir ku AKP ev 16 sale desthilatdar e û divê êdî destûr neyê dayîn ku welat evqas bikeve tengasiyê û ji ber vê divê bêjin Temam.   Leyla Karaman jî ev tişt bi lêv kir: “Xwendekarên zanîngehê nayên tayînkirin. Yên di ezmûnan de puanên mezin digirin jî rastî astengiya mulakatê tên. Desthilatdarî kesên nêzî xwe digire.  Partiya hilbijartinan qezenc bike divê demildest pirsgirêka    perwerdeyê çareser bike.”   ‘Malên me xera kirin’   Ozgur Nehîr anî ziman ew di qedexeyên derketina derve yên Sûrê de mexdur bûne û got xanî û kargeriyên wan hilşandine, cemawerî kirine û ew ji taxa wan dûr xistine.   Latîfe Boz jî bal kişand ser krîza aborî û got encama ji hilbijartinan derkeve divê pirsgirêka aboriyê çareser bike.   Sosin Gungur jî ev tişt anî ziman: “Biryara hilbijartinê xwendekar mexdûr kiriye. Di TBMM’ê de hejmara parlamenterên jin kêm in. Em dixwazin di vê hilbijartinê de zêdetir siyasetmedarên jin di parlamentoyê de bibînin.”