Jinên HDP’î danezana hilbijartinê aşkere kirin: Bi piştgiriya jinan dê pergal biguhere 2018-05-22 14:26:45   ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê, deklerasyona danezana hilbijartina parlamenteriyê ya jinan aşkere kirin. Beriya deklerasyonê aşkere bikin Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, diyar kir ku ew hişmendiya mêrê serdest dişkînin û pêş ve diçin û wiha got: "Em pêl bi pêş bi porên xwe, eqal, çarik, laçik, heftreng, kras û fîstanên xwe tên. Em de bi têkoşîna xwe dawî li pergala zordestiyê bînin."    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), deklerasyona danezana jinan a hilbijartina parlamenteriyê bi civînekê aşkere kir. Civîna danasînê û deklerasyonê li Salona Konferansê ya Odeya Endezyarên Înşaetê ya Enqerê pêk hat. Pankartên “Tu dikarî”, “Jin diguherin” û “Em li virin em dikarin” hatin vekirin. Li ser dikê hemû jinên girtî yek bi yek navê wan hat gotin. Dema navê namzetên jin ên girtî hat xwendin yên li salonê bi yek dengî gotin “Li vir in." Civînê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane û jinên ji aliyê mêr ve hatine qetilkirin, dest pê kir. Piştre sînevîzyon hat pêşandan.    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan axaftina vekirinê kir û wiha got: “Em benda li ser vîn, nasname, beden, ked û hemû nirxên xwe her roj hîs dikin. Em her roj li dijî vê bendê têdikoşin. Ji roja AKP hatiye ser kar heta niha em di bin OHAL'ê de dijîn. Bi polîtîkayên xwe li ser jinan kuştin, xizanî û tundiyê ferz dikin. Em dibêjin dikarin biguherînin û hêza jinan a guhertinê heye. Em dibêjin dê bi tekoşîna jinê bê guhertin. Jin dê faşîzmê bi pêşxistina demokrasiyê têk bibe." Buldan di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku jin dê li dijî hemû zext û tundiyên li dijî nirxên jin û civakê têbikoşin û dê bi ser bikevin. Buldan, da zanîn ku jin dê pêşengiya guhertinê bikin û tu carî serî netewîne û got: "Jin dê di azadiyê de israr bikin. Jin li dijî pergala faşizmê di têkoşînê de bi biryar in."    HDP partiya jinê ye   Berdevka Meclîsa Jinê û parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemîr jî danezana jinan xwend û diyar kir ku HDP Partiya jinê ye û dê bi jinê biguhere.    Dîlan Taşdemîr, danezana jinan a hilbijartinê parve kir û diyar kir ku HDP partiya jinê ye û dê bi jine biguhere. Taşdemîr danezana jinan a bi ser navê “Dê bi jinê biguhere" xwend û wiha got: “Êdî em dizanin roj bi jinê dest pê dike. Dê bi cinên bi wêrekî piştevaniyê dikin dê bê guhertin.    Em dê li her qadê vîna xwe nîşan bidin piştevaniya xwe xurt bikin. Em dê ji bo jiyanê bêtir bi wêrekî û piştevanriyê tev bigerin. Me heta niha li ber xwe da, me parve kir û fêr bûn. Me tu carî dest ji xeyalên xwe yên welatê azad, wekhev, demokratîk û pirrengî berneda û em dê bernedin.    Em jin bêtir ji hev bawer dikin û em dê bêtir bibin yek. Em di ferka hêza xwe ya kolektif de ne. Em bi hêvî û vînek mezin li dijî pergala ‘Yek Zilam" û "Her zilamî" derdikevin. Em li dijî feraseta mêrê serdest ya AKP’ê têdikoşin. Em ji bo weletîbûna wekhev û azad têdikoşin. Em welatê ku hemû reng, bawerî, nijad û kokên cuda bi hevre dijîn armanc dikin. Lê li dijî vê yekê yek zilam, yek al, yek çand, yek nijad û yek neteweyê ferz dikin. Şer ferz dikin. Li Pirsûs, Enqere, Dîlok, Stenbo û gelek bajarên Kurdistanê bombe barandin û bi sedan mirov qetil kirin. Li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Geverê şer îlan kirin û komkujî pêk anîn. Dayika Taybet qetil kirin. Bedena wê li kolanê hiştin. Ev hemû hovîtiya serdema AKP'ê nîşan dide."     Em ê pergala demokratik ava bikin   Dîlan Taşdemîr, da zanîn ku li şûna pergala zordest û otorîter dê pergala azad û demokratîk ku vîna gelan esas digirin ava bikin. Dê pergala Serokomariyê ku vîna gelan esas digire ava bikin. Dê pergala ku hemû rengan diparêzin u Tirkiye/Cîhana azad û demokratîk ava bikin.   Taşdemîr, xalên danezanê parve kir û wiha got:    Em ê wezareta jinê ava bikin   * Ji bo em nirxên xwe biparêzin em dê têkoşîna xwe mezin bikin. Em destûr nadin tu mêr û îktîdar li ser beden, ked, nasname û nirxên me serdestî û zordestiyê bikin. Em dê bi hevre hêz û rêxistinbûna xwe xurt bikin û mezin bikin.  Em dê wezareta jinê ava bikin. Em dê bi xwe der barê tarza jiyana û pêşeroja xwe de biryarê bidin. Em dê mafê bawerî, nasname û rengên cuda biparêzin.    Em dê 8'ê Adarê bikin Roja Fermî ya Destûrê. Jin dê ji xizmeta wekhev û bê pere ya tenduristiyê sûdê bigirin. Jin dê li siyasetê xwedî derkevin û bêtir di siyasetê de cih bigirin. Em de her dem li kolanan li ber xwe bidin. Di OHAL'ê de jî kolanan terk nekin.    Em dê di civakê de wekheviya jin û mêr ava bikin. Em dê zayendiya wekhev û azad ava bikin. Jin dê di her qadê de xwedî azadiya maf bin.    Em dê peymana CEDAW  û Stenbolê çalak bikin. Hemû zagon dê li gorî wekheviya zayendî bên amadekirin. Di qada perwerde û tenduristiyê de dê cudahî bê rakirin. Jin dê di qada vînê de wekheviyê esas bigirin.    Li dijî zewaca zû dê perwerde bê dayîn   Jin dê li dijî tundiya jinan û cînayeta jinan tekoşînê xurt bikin û bibin yek. Li dijî hemû cureyên tundiya li ser vîn û bedena jinê dê têbikoşin. Em dê têkoşina hevpar a jinan xurt bikin. Em dê zagonên cudakariyê dixin nava zayendê biguherînin. Hemû karmend û personelên cemaweriyê li dijî tundiya li ser jinê dê bên perwerdekirin. Mexdûrên tundiyê dê ji xizmeta tenduristiyê sûdê bigirin. Li bajarên 50 hezar dê stargeh û saziyên jinan bên avakirin. Hemû lêçûnên Stargehan dê ji aliyê Wezaretan Jinê ve pê temînkirin. Mê mafê paratina rewa ya li dijî tundiya mêr bibe mafekî zagonî. Hemû dadger û dozger dê mecbûrî di perwerdehiya wekheviya zayendî re derbas bibin. Zagonên darizandinê yên li ser tundiyê dê ji nûve bên sazkirin. Li dijî zewaca zû dê perwerde bê dayîn.    Hemû wezaret di diyarkirina polîtîkayên xwe de dê wekheviya zayendiyê esas bigirin û dê polîtîkayên wekheviyê pêş bixin. Wezareta Jinê dê Wekheviya Zayendiya Civakî û Plana Çalakiya Neteweyi amade bike û têxe meriyetê. Dê butçeya navendî, butçeya perwerdehiyê, tenduristî, civakî, ewlehî, ragihandin û aborî û hemû qaden dinde dê wekheviya zayendiyê li ber çavan bêgirtin û li gori zayenda civakî bê amadekirin.    Em ê dawî li karê li gor zayendiyê bînin   Em dê mafê jinê yê pêşeroja bi ewle, karê bi ewle biparezin û têxin bin parastina zagonan. Em dê dawî li karê li gorî zayendî bînin. Jinên karê malan dikin dê wekî karê esasî ya zagona 4857'an bê qebûlkirin. Em dê malên nexweş, kal û pîran ava bikin. Mafê kedê û kar ê wekhev dê bê parastin. Ji bo jinên karkerên demsalî û zeviyan dê tedbîr bên girtin û mafê wan ê azadiya rêxistinbûnê bê parastin. Hemû KHK yên serdema OHAL'ê dê bên betalkirin.    Em dê polîtîkayên ku jinê dike kes û vîna wê esas digire ya azadiylê pêş bixin. Dê di qemû qadên cewariyê de ev wekhevî esas bê girtin. Di qada perwerdehî, îstîhdam û hemû qadên jiyanê de dê wekhevî esas bên girtin.    Mafê jinê yê wekheviya civakî, zayendî, dê bê parastin. Mafê welatîbûna wekhev dê bê parastin. Pirsgirêk dê li herêmî bên çareserkirin û dê li hemû şaredariyan yekîneyên jinan bên avakirin. Dê bernameyên piştgiriya civakî bên pêşxistin.    Mafê tenduristiyê   * Di qada tenduristiyê de ji bo jinan xizmeta wekhev, bê cudahî, bê perwerde û bi zimanê zikmakî dê bê dayîn. Astengiyên li pêş ducaniyê û kurtajê dê bê rakirin û ev maf dê bê parastin. Kar dê li gorî tenduristiya jinê bê diyarkirin. Dê li her taşê navenden xizmeta tenduristiya jin û zarokan dê bê avakirin.    Ji bo her kesî dê mafê stargeh, wargeh û malan bê parastin. Mafê jiyana welatiya wekhev dê bê aratin. Jiyana bajaran dê  bê erzankirin. Mafê tenduristî,  perwerdehî, av, ceyran, dibistan, pirtûkxane û hemû xizmetên civakî û wersîcî bên parastin û pêşxistin. Lê li hemû taxan krêj, cilşoxane, metbexên hevpar bên avakirin.  Dê li hemû taxan krêj bên avakirin û her kes dê karibin sûdê jêbigirin.    Dersa wekheviya zayendiya civakî dê di hemû qadên perwerdeiye de bibe mufredata hevpar û mecbûri. Di hemû dersan de dê perwerdehî li dijî yekperestî, mêr, navendi û serdestiyê bê amadekirin. Mafê astengdaran ê perwerdehiyê dê bê parastin.     Jin astengiyan nas nakin   Mafê jinên astengdar ê perwerdehî, tenduristî û mafê wan ê civakî dê bê parastin. Lê di gorî mafê azadiya mafan bên diyarkirin.    De wezareta Astendaran bê avakirin. Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan dê tenê bi pirsgirêkê jinên astengdar re eleqeder bibe.    Li dijî jiyana pergala mêrê serdest û kapitalizmê, jiyana ekolojik, wekheviya zayendî, jiyana hevpar û demokratîk dê bê avakirin. Di rêveberiyên heremî de li dijî rêveberiya mêr û bajarên modern dê bajarê ekolojik û jiyana wekhev bên avakirin.    Em ê komara demokratîk pêş bixin   Di çareseriya pirsgirêka kurd de dê dawî li tundî u şer binin. Di serdema AKP'ê de dîrok dubare bûye. Li dijî polîtikayên înkar, tundî, bişaftin û îmhayê em dê bi riya diyalogê komarademokratîk û jiyanek wekhev û aştî ava bikin.  Jin li girtîgehan rastî binpêkirina mafan tên. Rastî lêgerîna tazî û îşkenceyê tên. Hemû mafê wan ji destê wan tê girtin. Bi sedan zarok li gel dayikên xwe girtîne. Jin dê dawî li van polîtîkayên tundî, cudakarî, zayendîparêzî, kedxwarî û binpêkrina mafan bînin.b    HDP partiya jinê ye   Em dê zagona partiyên siyasî biguherînin. Em dê pergala hevserokatiyê esas bigirin û têxin meriyetê. Em dê pergala hevserokatiyê di hemû rêveberiyan de pêş bixin û esas bigirin. Em dê kodaya wekheviya jin û mêr ava bikin.  Kotoya ji sedî 50 ya wekheviya zayendiyê esas dê bê girtin. Em dê pergala wekheviya jin û mêr ku em ji bo wê li kolan, kaq, mal û hemû qadên jiyanê dêtikoşin û dixin meriyetê, em dê di qada Serokmariyê de jî texin meriyete. Em dê pergala Hevserokomariyê ava bikin. Em dê pergala ji sedî 10 ya ku herî zêde tesirê li ser jinê dike rakin.    Em dê komîsyona firsenda wekheviya jin û mêr ava bikin. Di hemû qadan de butçeya wekhev dê bê avakirin. HDP ku partiya jinê ye, dê bi jinê meclîsê biguherîne û meclîsê bike meclîsa jinê. Saziyên jinan ên hatine girtin dê ji nûve bên vekirin.  Pergala rêveberiya herêmî ku hat binpêkirin dê ji nûve bê avakiri. Hêza me heye. Em dikarin bikin Dê bi jinê bê guhertin."