Strana jinên namzet ên HDP’ê hat weşandin 2018-05-22 12:16:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Klîba strana hilbijartinê ya bi navê “Hatin hatin wa hatin, namzetên gelan hatin” û  ji bo namzetên jin ên HDP’ê hatibû çêkirin, hat weşandin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), strana hilbijartinê ya ji aliyê hunermendên jin ên MKM’ê hatibû çêkirin, weşand. HDP’ê strana bi navê “Hatin hatin wa hatin, namzetên gelan hatin” li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.  Stran ji aliye hunermendên jin ên MKM’ê hat gotin.