Jinên Wanê: Li dijî pergala ku jinan naxwaze dengê me ji HDP’ê re ye 2018-05-22 09:13:47   WAN - Jinên Wanê yên di hilbijartinê de dengên xwe didin HDP’ê banga ‘Em li dijî pergala ku jinan naxwazin û dengê jinan diçewisînin, bêjin em li vir in’ kirin.   HDP’ê ya li Enqereyê danezana hilbijartinê weşand, bal kişand ser wekheviya zayendî û destkeftiyên jinan, jinan jî gotin ev bersiva li dijî kesên wan li qadan naxwaze ye.  Jinên Wanê bi lêv kirin ku ji ber vê wê dengên xwe bidin HDP’ê û gotin wê bi rihê seferberiyê tevlî hilbijartinê bibin.   ‘Hilbijartin bi awayekî demokratîk pêk nayê’   Pinar Koseoglu daxuyakirin ku namzetê HDP’ê yê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş niha li girtîgehê ye û ev tişt vegot: “Em dizanin ku hilbijartin bi awayekî demokratîk pêk nayê. Tevî vê em dizanin ku dengên me vala naçin. Ji ber partiya li Meclîsê herî zêde jin tê de cih digire HDP ye. Em li dijî zîhniyeta jinan asteng dike dibêjin HDP.”   ‘Danezana HDP’ê bersiv e’   Jina bi navê Zeynep Îşlen jî destnîşan kir ku AKP ev 16 sale bi gotinên xwe yên zayendperest di rojevê de ye û ev tişt bi lêv kir: “Ji welîdîna jinan bigirin heta kenê wan her tim li ser jinê polîtîkayên zayendperestiyê dimeşînin. Em dibêjin êdî bes e. Em li dijî zîhniyeta naxwazin jin dakevin kolanan dibêjin HDP. Em zîhniyeta dijminê jinê naxwazin. Danezana HDP’ê jî bersiva vê ye.”   Seher Dagli daxuyakirin ku ew dixwazin zimanê dayikê rehet bi kar bînin, rehet derkevin kolanê û got: “Ez dengê xwe didim HDP’ê. Dixwazim Selahattîn Demîrtaş demildest bê berdan.”   ‘Em li vir in em ê li vir bin’   Fatma Îşlem jî bi lêv kir ku wek jin wê di vê hilbijartinê de jî baş bixebitin û wiha pê de çû: “Ji bo em destkeftiyên xwe şûnde bigirin, em bi rehet zimanê xwe biaxivin, em di van xebatên hilbijartinê de cih bigirin. Li dijî pergala ku jinan naxwaze, em nîşan bibin ku em li vir in. Bi salane dixwazin dengê me biçewisînin. Em bêjin ‘em li virin û em ê li vir bin.”   Divê ev pergal biguhere   Muzeyyen Zîngul daxuyakirin ku divê pergala heyî demildest biguhere û got: “Ev 16 sale desthilatdariyê her zilm kir. Dixwazin mirovan bi birçîbûnê terbiye bikin. Mirov pir xizan bûn. Ji ber vê divê pergal biguhere.”