Gulsum Kav: Jin namzetin ku Tirkiyeyê bi rê ve bibin 2018-05-21 09:08:19   STENBOL - Nûnera Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin Gulsum Kav, got jin êdî daxwaz nakin û nabên, namzetên ku Tirkiyeyê bi rêve bibin. Nivîskar femînîst Handan Koç jî got wê jin hilbijartinê wek derfet bi kar bînin.   Ji hilbijartinên 24’ê Hezîranê re 34 roj man û partiyên siyasî xebatên xwe bê navber dimeşînin. Di xebatan de saziyên jinan, komele û platformên jinan jî cihên xwe girtin.  Nûnera  Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP)  Gulsum Kav û nîvîskar femînîst  Handan Koç der barê hilbijartinan de axivîn.   ‘Di siyasetê de rola jinê guherî’   Gulsumê bi lêv kir ku jin di hilbijartinan de zêdetir tê astengkirin  û wiha pê de çû: “Em wek civak di şertên ne demokratîk de diçin hilbijartinê. Tevî vê her aliyên ku demokrasiyê dixwazin çi ji destê wan tê dikin. Têdikoşin. Di siyasetê de pirsgirêkên ji newekheviya li hember jinê dertên holê hene. Gelek pirsgirêkên din jî vê dişopînin. Tevî van di siyasetê de roa jinê êdî guheriye.  Jin êdî tenê daxwaz nakin û nabên.”   ‘Em wek jin namzetin ku Tirkiyeyê bi rêve bibin’   Gulsumê di berdewamiyê de wiha got: “Jin êdî di siyasetê de bi awayekî aktîf namzet in.  Dînamîka têkoşîna jinê di salên dawî de gelek xurt e. Em têkoşînek jinê ya civakî bûye dijîn. Ya girîng jî jin êdî tenê dengan nadin, daxwazên wan tune ne. Êdî namzetên  ku civakê bi rêve bibine ne. Bi taybet jin di referandûmê de gelek siyasî bûn. Di vê hilbijartinê de jî îdiaya jinan a rêvebirinê heye. Namzetên jin yên divê bên xurtkirin hene. Yanî em jin namzetin ku Tirkiyeyê bi rêve bibin.”   Gulsumê çalakiya ‘Tamam’ jî nirxand û  got  li Tirkiyeyê koma civakî ya ewil bêje ‘temam’ jin in û got sedema vê jî ev e ku jin her tim tên qetilkirin û got wê ji qetilkirina jinan re bêjin êdî bes e. Gulsumê di dawiya axaftina xwe de da bi lêv kir ku hewl tê dayîn ku jin ji jiyana civakî bên durxistin û bang li hemû jinan kir ku ji bo mafên  tevlî têkoşînê bibin.   ‘Dikare hilbijartin ji bo jinan bibe derfet’   Nivîskar femînîst handan Koç ku pirtûka ‘Li dijî muhafazakariyê femînîzm’ nivîsiye, anî ziman ku beyî ji gel bê pirsîn biryara hilbijartinê hatiye dayîn û ev tişt daxuyand: “Ez hilbijartinê di alî jinan de wek derfet dibînin. Ji bo ji desthilatdariya heyî re bêjin ‘na’ derfete. Jinên di 8’ê Adar û 25’ê Mijdarê de daketin kolanan, dikarin li dijî polîtîkayên AKP’ê yên jinan tune dihesibîne , hilbijarinê we derfet bikar bînin.”