‘Jin wek îradeya çareseriyê HDP’ê tercih dikin’ 2018-05-21 09:03:51   AMED-Bernamzeta HDP’ê Cemîle Turhalli got: “Jin êdî westiya ne ku karê hinekên din bikin. Dixwazin êdî ji bo xwe hinek tiştan bikin. îradeya xwe danîne holê û têkoşîna vê didin. Ji ber vê jin wek îradeya çareseriyê HDP’ê tercih dikin.   Parêzer Cemîle Turhalli ku ji bo bernamzediya HDP’ê serlêdan kir, pêvajoya 24’ê Hezîranê û sedema xwe ya tercîhkirina HDP’ê vegot. Cemîleyê got HDP ji aliyê jinan ve wek qada saiyasetê tê tercihkirin û ev jî gelek girîng e.   ‘HDP ji bo pisgirêkan dibe îradeya çareseriyê’   Cemîleyê daxuyakirin ku HDP mînaka dawî ya kevneşopiya têkoşîna legal a Kurd e û wiha pê de çû: “HDP partiyek ku gelek pêkhateyên cuda lê hatine cem hev e.  Partiyek ku dikare ji bo pisgirêkan bibe îradeya çareseriyê. HDP ji jinan bigire heta nasnameyên cuda, heta çand û nasnameyên olî  hebûna xwe daniye holê. Ji ber wê min xwest ez namzetiya xwe ji HDP’ê deynim.”   ‘Mafê hilbijartinê encama têkoşîna jinê ye’   Cemîleyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di 1934’an de mafê hilbijartinê dan jinan. 11 sal piştî îlankirina komarê ev maf hat dayîn. Dema mirov dipirsin ku çima 11 sal şûnde hatiye dayîn, di esasê de bingeha damezrîner a komarê jî ne samimî ye.  Mafê hilbijartinê di esasê de di encama têkoşîna hevpar de hatiye girtin. Yanî ev ne diyariya komarê ji bo jinan . Ev di encama têkoşîna jinan de hatiye bidestxistin.”   ‘Destjeftiyên jinan ji bo desthilatdariyê tehdîde’   Cemîleyê got wê demê bi pêşengiya Nezîhe Muhîttîn û Sabîha Sertel hatiye xwestin ku partiyek bê avakirin, di vî wiarî de têkoşîn hatiye dayîn û partiya desthilatdariyê ya demî CHP’ê  jiber vê hem jin darizanine  û hem î surgun kirine. Cemîleyê bi lêv kir ku  Behîce Boran ya ku serokatiya Partiya Karkeran a Tirkiyeyê kiriye jî bandorek mezin li ser têkoşîna jinan kiriye, piştgiriyeke mezin daye lê ji aliyê desthilatdariyê ve ji siyaset û qada cemaweriyê hatiye durxistin.   ‘Li dijî jinên kurd yên siyasetmedar sûîkasta îtîbarê tê pêkanîn’   Cemîleyê di awiya axaftina xwe diyar kir ku li dijî jinên kurd yên siyasetmedar ku îradeya çareseriyê danîne holê suîkasta îtîbarê tê pêkanîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em vê dikarin ji darizandina Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Selma Irmak, Aysel Tugluk, Fîgen Yuksekdagê fêm dikin.  Di van darizandinan de armac jinan ji qada siyasî û cemawerî dur bixin û mafên wan yên siyasî ji dest bigirin. Jin êdî westiyane ku karê hinekên din bikin. Dixwazin êdî ji bo xwe hinek tiştan bikin. îradeya vê danîne holê û têkoşîna vê didin. Ji ber vê jin wek îradeya çareseriyê HDP’ê tercih dikin.”