Wê li kolanên Enqereyê dengê jinan bilind bibe 2018-05-19 09:07:15   ENQERE - Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Nur Aytemur diyar kir ku wan do 12 buroyên hilbijartinê vekirine û wê hemû parqên bajar bikin wek buroyê û bi wesayîta hilbijartinê ya jinan wê li navçeyan bigerin û got:" Deng û gotinên jinan dê mohra xwe li pêvajoyê bixe."   HDP xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber didomîne û li Enqereyê jî xebat didomin. Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Nur Aytemur derbarê plansazî û xebatên jinan de axivîn.   Nurê derbarê komîsyonên hilbijatinê yên avakirinê de axivî û got di komîsyonan de akademîsyenên hatine îxrackirin, mexdurên KHK’ê, pêkhate, STK, jin cih digirin. Nurê wiha got: “Me plansaziya xwe ava kiriye. Li Enqereyê 12 buro hatin vekirin. Wesayîtên me yên hilbijartinê wê ji 18’ê Gulanê şûnde  li kolanên Enqereyê bi stran û gotinan bigere. Li Haymana, Bala, Polatli û Koçhîsarê serdanên gundan dest pê kir.  Li wan deran jî buro hat vekirin. Dîsa me stratejiya komîsyonê ava kir.  Gelek heval di vê komîsyonê de hatin peywirdarkirin. Hevalên me yên xwendekar û hevalên me yên ji STO’yan hene. Ev komîsyon her sibeh tê cem hev û ji bo namzetan wê materyalan hilberînin.”   Park wê bibin wek buroyê   Nurê bal kişand ser xebatên li Enqereyê û bi lêv kir ku wê hemû parkan bikin wek buroya hilbijartinê û di rojên pêş de wê bernameyên ‘jin tên cem hev’, ‘ciwan tên cem hev’, ‘akademîsyen tên cem hev’, ‘KHK’yî tên cem hev’ wê pêk bên û wiha pê de çû: “Em ê her hefte li parqekê kursiya serbset ava bikin. Em ê bernameyên ‘çima HDP’, ‘Çima Demîrtaş’ pêk bînin.”   Wê wesayîta hilbijartinê ya jinan hebe   Nurê destnîşan kir ku di rojên pêş de ligel buroya jinan a bê vekirin wê wesayîta hilbijartinê ya jinan jî hebe û li hemû navend û navçeyê bigere. Nurê got li gel vê ji bo ewlehiya sindoqan jî xebat dane destpêkirin û heta 31’ê Gulanê wê bidome. Nurê wiha got: “Hedefa me ev e ku em heta 31’ê Gulanê ji bo hemû sindoqên xwe endamên lijneyê bidin. Ji bo muşahidiya sindoqan  heta hilbijartinê dem heye. Ji bo me ya girîng endamtiya lijneya sindoqê ye. Divê hemû gel û jin biçin avahiya partiyê û navê xwe ji bo endamtiya lijneya sindoqê binivîse.”